Serok Barzanî bo dawîhatina azarên gelê Kurd li Sûriyê daxwaza rolê ji Rûsyayê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê Maxim Maximov kir û şanda pê re kir û Spasiya Serok û Hikûmeta Rûsyayê li hember doza rewa ya gelê Kurdistanê di qonaxên cuda de kir.

25.02.2019, Pts - 11:16

Serok Barzanî bo dawîhatina azarên gelê Kurd li Sûriyê daxwaza rolê ji Rûsyayê kir
Nuçe Belav bike

Di civînê de ku Konsolê Rûsya li Hewlêrê Victor Semakov amade bû, Balyozê Rûsya li Iraqê Maxim Maximov silavên Serokê Rûsyayê Vldimir Putin û Wezîrê Derve û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn gihand Serok Barzanî û tekezî li girîngî û pêgeha Herêma Kurdistanê di siyaseta derve ya Rûsyayê û girîngîpêdana bi pêwendiyên dualî de kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya Serok Putin û hikûmeta Rûsyayê kir û pêzanîna wî hebû bo helwesta Serok û Hikûmeta Rûsyayê li hember doza rewa ya gelê Kurdistanê di qonaxên cuda de, pêşwazî li ferehkirin û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawî pêşhatên navçê û Sûriyê hatin guftûgokirin û Balyozê Rûsyayê siyaset û stratejiya welatê xwe li hember pêşhat û dawî guhartinên li Sûriyê û herwiha rola Kurd di pêşeroja Sûriyê bi Serok Barzanî ragihand.

Girêdayî bi vê pirsê jî, Serok Barzanî nîgeraniya xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê de û çare pêşkêş kirin û daxwaz kir ku rola Rûsya bo rêgirî û dawîhatina azarên gelê Kurd li Sûriyê hebe, ji bo vê mebestê jî her du aliyan li ser wê yekê hevnerîn bûn ku pêwendî û şêwir berdewam bin.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, çarenivîsa Kerkûkê û pêngavên proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê, tewerên din ên wê hevdîtinê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:23:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x