Serokê ENKSê Mihemed Ismaîl di merasîmên salvegera bîranîna şehîdên Serhildana 12 Adarê û Roja Şehîdê Kurd li bajarê Qamişlo de got: “Em ji çûna Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî bo Şamê û rêkeftinê, ne agahdar bûn.”
Serokê ENKSê da zanîn jî, dê di demeke nêzîk de, helwesta ENKS bi zelalî derkeve.
Mihemed Ismaîl got: “Ti şiroveyek ji rêkeftinê re tune ye, ka leşkerî ye, ewlehî ye, yan rêveberî ye, weke diyar e rêkeftineke xav e.”
Serokê ENKSê got jî: “Em li gel yekîtiya Kurdî ne, li gel şandeke Kurdî ya hevbeş in ku li Şamê berevaniyê di ber gelê xwe de bike.”
Mihemed Ismaîl da zanîn: “Eger ev rêkeftin di warê leşkerî û rêveberî be, em ne li dijî wê ne. Lê naba rêkeftin li ser mijarên Siyasî, maf û çarenivîsa gelê Kurd be.”
Serokê ENKSê tekez kir: “Tevgera siyasî xwediyê miletê Kurd e û ew ê mafên Kurdan di destûrê de biçespîne.”
Serokatiya Sûriyeyê roja 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.
Xalên rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî:
1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.
2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.
3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.
7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke.