Îdıa: 3 girtiyên PKKyî veguhastin Girtîgeha Îmraliyê

Hat îdiakirin ku 3 girtiyên PKKyî veguhastine Girtîgeha Îmraliyê.

28.05.2025, Çar - 10:53

Îdıa: 3 girtiyên PKKyî veguhastin Girtîgeha Îmraliyê
Nuçe Belav bike

Rojnameger Bariş Pehlîvan da zanîn, li gorî agahiyên ku wî ji rayedarên DEM Partiyê piştrast kiriye, 3 girtiyên PKKyî ku 2 ji wan ji Girtîgeha Sîlîvriyê veguhastine Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan lê girtî ye.

Di pêvajoya çareseriyê ya ku bi banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kir û 12ê Gulanê bi biryara danîna çekan û fesixkirinê ya PKKyê berdewam dike de yek ji mijarên ku herî zêde tên nîqaşkirin şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan in.

Rojnameger Barîş Pehlîvan agahiyeke ku wî wekî “gaveke nû ya têkildarî pêvajoyê” pênase kir parve kir.

Barîş Pehlîvan di weşana Onlar TVyê de ragihand ku di demeke nêzîk de, bi giştî 3 girtiyên PKKyî yên ku 2 ji wan ji Girtîgeha Sîlîvriyê veguhastine Girtîgeha Îmraliyê.

Pehlîvan da zanîn ku bi awayî hejmara girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ya bi Ocalan re dimînin gihîştiye 6an.

Barîş Pehlîvan destnîşan kir ku wî agahî ji çavkaniyên DEM Partiyê piştrast kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 145 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:42:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x