Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Sûriyeya Demokratîk Ehmed Cibûrî Îdia kir ku biryarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê "li derve tên dayîn". Cibûrî tekez kir ku Amerîka li Sûriyê ne mayînde ye û got “Li herêmê bi tena serê xwe pêşeroja Kurdan tune ye. Ji ber vê yekê hem li Sûriyê û hem jî li Iraqê divê kurd bi hevkarên xwe re xwe xurt bikin.”
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Sûriyeya Demokratîk Ehmed Cibûrî Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Sûriyeya Demokratîk ku navenda wê li Brukselê ye beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û li ser hebûna Amerîkayê ya li herêmê û têkiliyên wê yên bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê rebersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Cibûrî îhtîmala derketina Amerîkayê ji Sûriyê û wek ya ji Efxanistanê nirxand û got “Amerîka li ti welatekî heya dawiyê mayînde nemaye. Ezmûnên me hene, em dîrokê dixwînin. Eger îro Amerî li herêma me ya Cezîrê be, ev ji bo me firsendeke girîng e ku em lingên xwe bi hêz deynin ser erdê.
“Li herêmê bi tena serê xwe pêşerojeke Kurdan tune ye”
Herwiha Cibûrî got "Lê divê em ji bo vê jî pir baş bixebitin" û wiha berdewam kir:
“Li herêma Cezîreyê tenê Ereb najîn. Em Kurd, Asûrî, Siryan, Tirkmen, Misilman, Êzidî dijîn. Weke civakên ku li vir dijîn, divê em piştî ezmûna 12 salan destê xwe bidin hev û bi hev re biryarê bidin ka berjewendiyên me li ku ne. Em hemû dizanin ku berjewendiyên rejîma Şamê û hin dewletên herêmê li dijî Kurdan in. Yanî di vî warî de berjewendiyên Şam û dewletên derdorê li hev dikin. Ev tê vê wateyê li herêmê bi tena serê xwe pêşerojeke Kurdan tune ye. Ji ber vê yekê hem li Sûriyê û hem jî li Iraqê divê kurd bi hevkarên xwe re xwe xurt bikin. Bi Erebên herêmê re em cîran in, hevkar in, xizm in. Xwîna me tevlihev bûye û em nikarin ji hev veqetînin. Divê em îro fersenda ku dikeve ber destê me bi kar bînin û bibin yek. Di vê wateyê de em destê xwe dirêjî Kurdên Sûriyê dikin, ne ji yên derveyî Sûriyê re.
“Biryarên PYD'ê ji aliyê kadroyên ji Qendîlê hatine perwerdekirin ve tên dayîn”
Li ser pirsa “Çima hûn destên dirêjî Kurdên derveyî Sûriyê nakin?” Cibûrî wiha bersiv da “
Li Sûriyê, dema em li şêniyên Hesekê, Reqa û Dêre Zorê yên sê parêzgehên rojhilatê Firatê dinêrin rêjeya Ereban digihê ji sedî 90î. Lê îro li vê herêmê biryarên kê têne bicihanîn? Nê yên Kurdan, divê em vê bizanibin. Hemû Kurd PYD û PKK ne. Mixabin biryarên ku îro li welatê me tên dayîn ne yên Kurdên Sûriyê ne. Xwezî biryarên PYDê bûna. Em bi wan re hemwelatî û hevkar in, ti pirsgirêka me bi wan re nîne. Biryarên PYDê ji aliyê partiyeke îdeolojîk a ku ji derve tu eleqeya wê bi welatê me re nîne, bi kadroyên ku bi salan li Qendîlê perwerde kiriye, tên dayîn. Ev kadro li welatê me di warê aborî, leşkerî û heta perwerdeyê de biryaran didin. Di warê çandî de, dibistanên me îro ne dibistan in. Perwerde nemaye.”
“Amerîka ji bo PYDê Tirkiyê nade aliyekî”
Li ser pirsa ku îro Amerîka û Şam jî di nav de welatên din Rêveberiya Xweser muxatab distînin Cibûrî got “Belê ev rast e lê ev sepandinek e. Eger sibê Amerîka ji vê derê herê dê rewş biguhere. Ev tam 12 sal in HSD bi rejîma Esad re di nava têkiliyan de ye lê eger îro Esad û Tirkiye li hev bikin dê pêşî HSDê bikin hedef. Dê Amerîka jî rê bide vê. Berjewendiyên Amerîkayê ji HSDê zêdetir bi Tirkiyeyê re hene. Îro tenê dewletên ku endamên NATOyê ne û bi Pûtîn re têkiliyan didomînin Tirkiye û Recep Tayyîp Erdogan in. Amerîka nikare vê qerta xwe bide aliyekî û ji bo PYDê hevalbendê xwe yê NATO paşguh bike. Bi taybetî jî ji ber partiyeke ku di civîna NATO ya li Lîtvanyayê hat lidarxistin de bi rêxistina bi navê "rêxistina terorê" re têkiliya xwe heye.”
Siyasetmedarê Ehmed Cibûrî, têkildarî gotinên Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ên "Em pişta xwe bi NATO û Amerîkayê ve girênadin, em hêza xwe ji piştgiriya gelê xwe digirin" dibêje “Ew xelkê ku behsa wan dike em Ereb in. Ev 12 sal in ez li ser navê Erebên li Ewropayê ez bi wan re dicivim. Lê heta niha em bi wan re negihiştine ti encamekê. Herî dawî di 2020an de em li Holandayê civiyan, me belgeyek peymana fermî ya 13 xalî ku şertên me tê de hene pêşkêşî wan kir. Ji me re gotin em ê li ser vê yekê li Meclîsa Sûriyeya Demokratîk nîqaş bikin û li we vegerin lê heta îro ti bersivek nedane me. Tiştê ku her tim dikin kirin. Yanî bi Erebên wê herêmê re negihîştin ti rêkefitinekê.”
“Herî zêde Kurd welat terk dikin”
Cibûrî anî ziman ku ew red nakin ku Ereb di hemû saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de cih bigirin û got “Lê hebûna wan ne tenê bi şekl e, di heman demê de hincetek e. Şoreş ketiye sala xwe ya 12an, lê piraniya gelê me yê Kurd hê jî li derveyî welat dijîn. Çima venagerin, ji ber ku xizmet tine, elektrîk tine, kar tine, pere tine. Ereb kêmtir koç dikin, ji ber vê yekê ji bo qezençkirina 100 dolarî diçin ji bo HSDê leşkeriyê dikin. Ne ku ji îdeolojiya PKK an PYDê bawer dikin an jî Marksîst in. Ew Lenîn heta Ocalan jî nasnakin ku kî ne. Ew tenê dizanin ku ew çavkaniyeke jiyanê ye.”
Cibûrî diyar kir ku di sala 2019’an de li Holandayê bi Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar re hevdîtin pêk anîne ku gelek alî tevlî bûne û got ku hêviya wan a xebateke hevpar li herêma Cezîrê hebûyê û wan ev pêşniyar pêşkêş kirine, lê dîsa jî encamek bi dest nexistine.
“Biryarên li dijî Îranê û rejîma Sûriyê napejirînin”
Ehmed Cibûrî dibêje “Ez hinekî jî pesnê wan bidim Guhdarvanên pir baş in, li we pir baş guhdar dikin. Pir paş jî diaxivin lê wexta tê ser biryarê mixabin bi tena serê xwe nikarin biryarê bidin. Ji ber ku biryar ne didestê wan de ye. Biryarê Sûriyeyî nadin, desthilatên li ser wan biryarê didin. Ev biryareke çawa dibe bila bibe eger li dijî Îranê be qebûl nakin, li dijî rejîma Sûriyê be napejirînin.”
Cibûrî diyar kir ku li Ewropa, Amerîkayê, Tirkiye û Iraqê çalakiyên wî hene û got “Em dixwazin Sûriye bibe dewleteke adil, pêşketî û qîmetê dide mirovan. Divê rûmeta mirovahiyê biparêze û xizmeta gelê me bike. Ne ku rejîmeke ku herkes jê re xizmetê bike, ji ver vê yekê em dixwazin rejîm bihuhere.”
Siyasetmedar Cibûrê got “Em bi Kurdan re hemwelatiyên wekhev in Tişta ku em ji xwe re dixwazin ji wan re jî dixwazin. Em Sûriyeyî ne, divê ala me yek be, lê her kes bi nasname û mafên xwe were temsîlkirin. Em ne li dijî guhertina navê Komara Erebî ya Sûriyê ne.
Ehmed Cibûrî yê ku diya wî Kurd û bavê wî Ereb e li ser pirsa “Tu xwe nêzî kîjan miletî dibînî? Wiha bersiv dide “Ez xwe nîvî Kurd, nîvî Ereb dibînim lê giring e ku ez mirov im.”