Di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, bi piştevaniya Tirkiyê komelgeheke din a niştecîbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran li Efrînê tê avakirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, Kompanyaya Geşepêdana Endezyariya Xaniyan a Tirkiyê, komelgeheke niştecîbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran li gundê Kefir Sefra ê li navçeya Cindirêsê ava dike.
Li gor zanyariyên SOHRê, piştî ku darên zeytûnan û daristanên wê deverê ji kokê ve hatin hilkirin, Kompanyaya Geşepêdana Endezyariya Xaniyan a Tirkiyê karê avakirina xaniyan didomîne.
Diyar kir jî, ev komelgeh ji 400 xaniyan pêk tê û ji bo bicihkirina malbatên erebên navçeyên din ên Sûriyê tê avakirin. Her wiha avakirina vê komegehê jî hevdem e ligel vegerandina penaberên sûrî ji aliyê Tirkiyê ve.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) di destpêka vê mehê de jî belav kiribû, di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, Komeleya Sexaa bi piştevaniya Kuweytê û hevahengiya Tirkiyê, 3 komelgehên niştecîbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran li navçeya Şera tên avakirin.
Li gorî zanyariyan, 18 komelgehên niştecihbûnê li bajarê Efrînê û derdora wê hatine belavkirin û ev komelgeh bi rêya rêxistina (AFAD) ya Tirkî û bi piştevaniya darayî ya Qeter û Kuweytê û rêxistinên Filistînî hatine avakirin.
Li gorî çalakvanên Efrînê, ev proje dikeve çarçoveya plana guherîna demografî Herêma Efrînê ku ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de berdewam e.