Sûriyeyê li ser operasyonên Tirkiyeyê, name şand NYê: Bêdeng nemînin

Hikûmeta Sûriyeyê bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku ew, li hember operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê bêdeng nemînin.

26.05.2022, Per - 11:12

Sûriyeyê li ser operasyonên Tirkiyeyê, name şand NYê: Bêdeng nemînin
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Sûriyeyê, li ser helwesta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a dibe ku operasyonê li ‘bakurê Sûriyeyê’ bike, bertek nîşan da. Ji Şamê bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku ew, li hember operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê bêdeng nemînin.

Li gorî nûçeya ku ji Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA) hat belavkirin, ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, ji bo Neteweyên Yekbûyî name hatiye şandin. Hat ragihandin ku di nameyê de qala helwesta Tirkiyeyê ya li dijî axên Sûriyeyê hatiye kirin û hatiye gotin ku “Destwerdanên leşkerî yên Tirkiyeyê ku li dijî axên me pêk tîne, dijhiqûqî ne û bi tawana şer re hevseng in.” Hat ragihandin ku di nameyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin û hatiye gotin ku “Li hember pêkanînên Tirkiyeyê yên şantajê bêdeng nemînin.”

Li gorî nûçeyê; di nameyê de herêmên ku Tirkiye kontrol dike, wekî ‘Herêmên Dagirkirî” hatine pênasekirin û hatiye gotin ku li wan herêman, polîtîkaya “Paqijiya Nijadî” tê meşandin. Hat ragihandin ku hemû cure pêkanîn, bergirî û çalakiyên li ser axên Sûriyeyê tên meşandin, dijhiqûqî ne û li hember van pêkanînan jî tu dorpêçek li ser Tirkiyeyê nehatiye danîn.

Bi berdewamî hatiye destnîşankirin ku “Ji sala 2016an û bi vir ve Enqereyê li hember bakurê Sûriyeyê 3 caran operasyonên leşkerî kiriye û ev operasyon li hember serwerî û yekparçeyiyay axa welêt, destwerdan e.” Hat ragihandin ku di dawiya nameyê de ji Neteweyên Yekbûyî hatiye xwestin ku welatên endam ji bo vê mijara xeternak bêdeng nemînin û li hember pêkanînên şantajê derkevin û şopdarên vê mijarê bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 617 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x