TEV DEM: Rûsya ji bo danûstaninên ligel Hukimeta Sûriye rolek neyênî lîst

Tev Dem radighîne, rola Rûsyayê di çareserkirina krîza Sûriyê de nerênî ye û ew bû sedem, ku danûstandinên wan bi Hikûmetê re rawestin.

12.04.2019, Cum - 06:11

TEV DEM: Rûsya ji bo danûstaninên ligel Hukimeta Sûriye rolek neyênî lîst
Nuçe Belav bike

Endamê Civata bicîkar yê Tev-Demê Bedran Çiya Kurd ji ajansek ser bi PKKê ve got, wan bi rêya Rûsan re deh xal ji bo çareserkirina krîza Sûriyê radestî Hikûmeta Sûriyê kirin, û Rûsyayê dikarî her du aliyan nêzîkî hev bike û piştevaniya danûstandinan bikin. Ew amadebûn her deh xalan bi Hikûmetê re gengeşe bikin, lê danûstandin rawestiyan û ew çendîn caran bi aliyê Rûsyayê re civiyan û diyar bû, ku Rûsyayê biryar da ye, ku civîn werin rawestandin.

Derbarê sedemê rawestandina Rûsyayê ji danûstandinên wan bi Hikûmeta Sûriyê re, Bedran Çiya Kurd got, Rûsya ji ber peywendiyên xwe yên digel Tirkiyê, ew danûstandin rawestandin.

Derbarê çekdarên DAÎŞê yên li Rojavayê Kurdistanê girtî ne, wî berpirsê Tev-Demê got , 11 hezar çekdarên DAÎŞê yên biyanî digel bi hezaran malbatên wan li cem HSDê girtî ne, û karên wan yên siyasî û dîplomasî ji bo dadgehkirina wan berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 602 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:11:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x