Tirkiyê gundê Um el-Xêr li Til Temirê topbaran kir

Topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve berdewam e.

09.09.2022, Cum - 10:08

Tirkiyê gundê Um el-Xêr li Til Temirê topbaran kir
Nuçe Belav bike

Hêzên Tirkiyê gundê Um el-Xêr li başûrê rojavayê bajarokê Til Temir li bakurê rojavayê bajarê Hesekê topbaran kirin.

Topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve berdewam e.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva bihorî 8ê Îlona 2022an hêzên Tirkiyê gundê Um el-Xêr li başûrê rojavayê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirine.

Hatiye ragihandin, di encama topbarana ser wî gundî de hejmareke malbat ji gund derketin û berê xwe dane gundên derdorê.

Roja 7ê Îlonê jî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirê wê gundê Til Tewîl ê Aşûriyan li navçeya Til Temirê topbaran kiribûn.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve ji bingeha xwe ya li gundê El-Dawudiyê yê li Serê Kaniyê ve, gundê Til Tewîl dabûne ber topan.

Beriya çend rojan jî artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundê Fatsê, bajarokê Hîşe û rêya navdewletî ya M4 li derdora bajarokê Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê topbaran kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:01:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x