Tirkiyê xaleke Hikûmeta Sûriyê li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê armanc kir û gundê Tewîle jî li Til Temirê topbaran kir.
Ji aliyekî din heman çavkaniyan belav kiriye ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Tewîle li rojavayê Til Temirê li ser rêya navdewletî ya M4, topbaran kiriye. Zanyaîr derbarê ziyanên herdû êrîşan jî nehatine belavkirin.
Artêşa Tirkiyê duh jî dest bi topbaranên berfireh li gundewarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Eyn Îsa, Minbic û Şehba û Şera li herêma Efrînê kir, bi dehan gund topbaran kirin.