Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn topbaran kir

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, gundewarê Efrînê topbaran kir.

01.11.2023, Çar - 08:48

Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn topbaran kir
Nuçe Belav bike

Tora Çalakên Efrînê ragihand ku şeva borî artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, gundê Bênê yê nahiyeya Şêrawayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Li gorî heman çavkaniyê, topbaranê heta derengê şevê ajot û herî kêm 20 top li wî gundî ketin.

Li aliyê din, li ser zerer û ziyanên vê topbaranê heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn.

Derdora mehekê ye ku artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê gelekî zêdetir kirine.

Di van êrişan de zerereke gelekî zêde gihişt jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê û saziyên wê yên xizmetguzariyê.

Li Serê Kaniyê teqîn

Li aliyê din, li gundewarê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê jî teqînekê rû da.

Di vê teqîne de zarokekî canê xwe ji dest da, bav û birayê wî jî birîndar bûn.

Heta niha sedema vê teqînê nehatiye diyarkirin.

Girê Spî û Serê Kaniyê, Çiriya Pêşîna 2019an ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin dagirkirin.

Piştî vê dagirkirinê gelek caran li wan herêman teqîn rû didin û sivîl dibin qurbanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:50:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x