Xelkê Efrînê Newroz ji ber komkujiyê bi şînê derbas kirin

Xelkên Herêma Efrînê, Newroza xwe bi şîna li ser çar qurbaniyên komkujiya li bajarokê Cindirêsê, derbas kir.

22.03.2023, Çar - 11:09

Xelkê Efrînê Newroz ji ber komkujiyê bi şînê derbas kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî dîmenên teybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê, di roja Newrozê de, 21ê Adarê, xelk ji hemû navçeyên Herêma Efrînê li Cindirêsê kom bûn, ji bo vê komkujiyê şermezar bikin û li kêleka kesûkarên qurbaniyan rawestin, û hevxemî û dilsoziya xwe jî nîşan bidin, ku ew kes qurbaniyên Kurd û Newrozê ne.

Li hember vê komkujiyê jî, jineke Kurd karvedan û hestûnestên xwe bi dilekî bi şewat nîşan dide.

Dayika şehîdekî Cindirêsê ya Efrînê dema jê tê xwestin bi Erebî biaxive aciz dibe û dibêje: “Ez dayika şehîdan im, ez bi Erebî naaxivim. Ez dayîka şehîd Barzanî, şehîd Xelîl û hemû şehîdan im, ez dê bi Kurdî biaxivim.”

Derbarê vê komkujiyê Hêzên Ewlehiyê li Cindirêsê ragihandiye ku wan enbcamderên wê komkujiyê li Cindirêsê girtine û radestî aliyên pêwendîdar dikin ji bo bêne sizadan.

Berdevkê Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê li Cindirêsê dibêje: “Dewriyeyên Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê ya ser bi Feyleqa Yekem a ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî, dikarîbû wan kesên reviyayî bigire, ku destê wan di encamdana tawanê de hebû. Ji aliyê xwe ve jî, Tevger wê wan radestî aliyên pêwendîdar bike, ji bo sizaya tawana ku kirine bisitînin. Herwiha Tevger haydariyê dide her kesekî ji yasayê derdikeve, ku ewlehiya welatiyan têk bide û sozê dide xwelkê ku her wê ji bo wan weke mertlê parastinê li navçeya rizgarkirî bimîne.”

Êvara 20ê Adarê, bi sedema dadana agirê Newrozê li bajarokê Cindirêsê, çar welatiyên Kurd ku ji malbata naskirî bi navê (Pêşmerg) in, ji aliyê çekdarên grûpa bi navê Ehrar El-Şerqiye ve, hatin gullebarankirin, û canên xwe jidest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:42:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x