YPG: Hêzên Sûriyeyê bi awayekî serkeftî ketin Efrînê

Berdevkê YPGê Rêzan Hido ji Sputnikê re ragihand ku hêzên gelî yên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li gel bombebarankirina Tirkiyeyê jî bi awayekî serkefî ketin Efrînê.

21.02.2018, Çar - 09:55

YPG: Hêzên Sûriyeyê bi awayekî serkeftî ketin Efrînê
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî duh ragihandibû ku hêzên gelî piştî bombebarankirina topxaneya Tirkiyeyê neçar mane ku vekişin.

Hido diyar kir ku "pêwendiya me bi Artêşa Sûriye, hikûmet û desthilata herêmî ya li Efrînê û hêzên YPGê re dewam dikin. Hêzên(bo Efrînê hatine şandin) ji aliyê hikûmet û serfermandariya artêşa Sûriyeyê ve hatine şandin. Erdogan jî îro bûye polîsekî trafîkê yê xerab, ji ber gotibû ku wî bipêşveçûna hêzên gelî yên diçin Efrînê rawestandine. Ev daxuyanî şaş in. Ew hêz li Efrînê ne."

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Erdoganî got ku "serok, hikûmet û medyaya Tirkiyeyê daxuyaniyên mezhebîperest dabûn û wan gotibû ku ev hêz şîî ne, lê em li Sûriyeyê bi têveliya xwe ya mezhebî û niştimanî serbilind in. Ev 32 roj bûn ku me li dijî êrîşa Tirkiyeyê şer dikir û ji aliyê leşkerî ve bi ser neket. Belkî hinekî bi pêş de çûbûn lê operasyon bi giştî bi ser neket."

Herwiha Hido got ku di dema weşandina agahiyên derbasbûna hêzên girêdayî Artêşa Tirkiyeyê bo Efrînê de, bi dehan rojnamevan di bin bombebarankirina Tirkiyeyê de man.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:57:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x