8ê Adarê, roja jinên kedkar ên cîhanê pîroz be!

Ew roja ji bo jinên kedkaran roja şîn û şahîyê ye!

08.03.2021, Pts - 10:44

8ê Adarê, roja jinên kedkar ên cîhanê pîroz be!
Nuçe Belav bike

Roja şînêyê ye ji ber ku zor, zordesti û kuştina bi hezar salane ku li dijî jinan berdevame wê dinên ziman û şermazar dikin! Roja şahîyê ye ji ber ku li hemû welatan jin bi kincên xwe yên rengîn derdêkevin qadan û sekeftina xwe pîroz dikin u rêxistîbûn a xwe diparêzên.

Îro sal sala 2021an ne jin hîn jî li her deverên cîhanê de, her roj ji hêla mêran ve têne kuştin û dewleta serdesta mêr jî temaşe dike! Ew ji bo mirovahîyê rûreşîya ka mezin e.

Bi taybetî ji li Tirkîyê, mêran di meh a Sibatê de ango di 28 rojan de 28 jin qetil kirin. Ji Adar 2020an heya Adar 2021an ango di salekê de 303 jin bi destê mêran hatine kuştin. Û 181 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest da. Terora herî mezin ev e!

Jinên kedkar ên Kurdistanê ne tenê ji bo mafê xwe ji bo serxwebûna welat û azadîya gelê xwe jî her daim têkoşîn pêkanî û bedelê giran da. Ji bo vê Jinên Kurd hertim bûne hedefa êrîşên dewletê ku îro jî ew hêrêşan bênavber berdevamin.

Li ser jinên Kurdistanê sê zextên cuda hene! Ya yekem; zilm û qetlîamên rejîma kolonyalîstê ne. Jinên Kurdistanê di komkujî û qirkirinan de bedelê herî giran dan û hîn jî didin. Ya duyemîn; şîdeta ku mêr li ser jinan pêk tînên e. Tundiya mêr an li ser jinan rojane berdewam dike. Kevneşopî û kuştinên namûsê yên li dijî jinan hîn jî berdewam dikin. Ya sêyemîn; ew pergala kapîtalîst a mêtîngeriya li ser jinê ye. Jin di kapîtalîzmê de hêzek karker a erzan û rezervan e. Di zêdebûna bêkariyê de di mercên Pendamîn de jin herî zêde têne êşandin. Bêkarî di serî da li jinikê dixe. Bihabû yî li jinikê dixe û hwd.

Partîya Kominîst a Kurdistan; ji bo wekheviya navbera zayendan; bi jin û mêr, bi ciwan û kal ku bibe kirdeya siyasî ya lebat ya rizgarîya çînî û netewî ya gelê Kurd, jinê gazî ser dike. Di vê baweriyê de ye ku, di qadên civakî, siyasî, aborî de ji bo bi azadî û xwerû gesedan bête bidestxistin, divê bi dînamîkên hundirî re, jin tevgera xwe biafirîne.

Jin jîyan azadî!

Jin jîyan sosyalîzm!

8 Adar 2021

Partiya Komunîst a Kurdistanê – KKP

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 499 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x