Elçî: Em ji bo dibistana Kurdî li hêviya dewletê namînin

Berpirsê Pêwendiyên Derve û Dîplomasî yê HezKurd Fethullah Elçî li ser destpêkirina dibistana dîjîtal a Kurdî axivî.

15.07.2021, Per - 07:04

Elçî: Em ji bo dibistana Kurdî li hêviya dewletê namînin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Pêwendiyên Derve û Dîplomasî yê HezKurd Fethullah Elçî li ser destpêkirina dibistana dîjîtal a Kurdî diyar kir ku ew êdî li hêviya dewletê namînin ku zimanê Kurdî bi fermî qebûl bike û dibistanan veke.

Fethullah Elçî ji bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser destpêkirina dibistana dîjital a Kurdî, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Elçî destnîşan kir: “Kurd çend sal in daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî, daxwaza naskirina Kurdan ji Tirkiyê dike, lê mixabin Tirkiye bersivê nade.”

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku li cîhanê pandemiya Koronayê derket holê û got: “Me got em weke Hereketa Zimanê Kurdî bêyî xebat di malê de nemînin û dest bi perwerdehiya dîjîtal a zimanê Kurdî bikin. Me bi vî şiklî dest pê kir.”

Fethullah Elçî eşkere kir ku gelek kesan eleqeyeke mezin ji dibistana dîjîtal re nîşan dane û got: “Kurdên me yên li Ewropa û diyaspora, li Amerîkayê, gelek kes tevlî vî karî bû.”

Elçî diyar dike: “Em namînin hêviya dewletê, em namînin hêviya naskirina zimanê Kurdî ku dewlet bibêje em nas dikin.”

Herwiha got: “Em dixwazin hişmendiya ziman zêde bikin, bersiva dewletê çi dibe, bi wan ve girêdayî ye, lê bila desthilatdar baş bizanin, bila dewlet jî baş bizane, em hereketeke sivîl in, em ji ciwanan pêk hatine, ti eleqeya me û siyasetê tune ye, em tenê mafên ziman dixwazin.”

Herekata Zimanê Kurdî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi mebesta fêrkirin û perwerdehiya bi zimanê Kurdî xebatan dike dest bi avakirina dibistaneke dijîtal a bi Kurdî kir da ku hemû Kurdên li cîhanê bi zimanê dayika xwe perwerde bibin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 628 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x