Em dixwazin Ev Cejn bibe sedema yekitiya neteweyî

19.07.2021, Pts - 12:51

Em dixwazin Ev Cejn bibe sedema yekitiya neteweyî
Nuçe Belav bike

Miletê Kurd vê cejnê jî bi rengek ku ji maf û azadiyên xwe yên bingehîn bêpar pêşwazî dike. Di polîtîkayên ewlehiyê yên dewleta Tirk de li bakurê welatê me tu guhertin nayê pêşbînîkirin. Di demek ku behsa hilbijartinan dihat kirin de, pêvajoya "çareseriyê" dîsa tê rojevê. Lêbelê, mafên Kurdan ên netewbûnê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de nayên axaftinê. Diyar e ku partiyên dewleta Tirk projeyên çareseriyê yên derewîn dixin rojevê ji ber ku ew hewceyê dengê Kurdan in. Banga me ji hemî Kurdan re, ji tu projeya ku temînatên destûrî di nav xwe de nebin bawer nekin. Em dixwazin gelê me ji partiyên heyî yên Tirk û Tirkiyecî dûr bisekine.

Li diyaloga di navbera PYD û ENKSê ya li Rojavayê Kurdistanê de xitimandin berdewam dike. Biryarên yekalî yên PYD û kiryarên wê yên dij-demokratîk yekîtiya neteweyî asteng dikin. Em hêvî dikin ku pirsgirêk bi diyalogê werin çareser kirin û Rojava bibe xwedî statuyek navneteweyî.

Li başûrê Kurdistanê, hukûmetek reformîst li ser kar e. Ew ji bo geşepêdana aborî, civakî û çandî ya gelê me rêzek çaksazî û projeyan pêk tîne. Lêbelê, pirsgirêkên siyasî yên bi dewleta Iraqê re hîn jî nehatine çareser kirin. Binpêkirinên mafan li dijî Kurdan li herêmên Kurdistanî di çarçova Xala 140-an de, nemaze li Kerkûkê berdewam dikin. Wekî din, çalakiyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li van herêman ji bo Kurdan wekî xetere berdewam dike. Em baweriya xwe didomînin ku dê sazî û nirxên neteweyî li başûrê Kurdistanê bihêztir bibin.

Beşa Rojhilat a welatê me di bin dagirkeriya Iranê ku dewleta herî mezin a terorîst a cîhanê de ye. Çalakiyên partî û rêxistinên sivîl ên Kurdî qedexe ne. Êrîşên li ser kolber û darvekirina Kurdan berdewam dikin. Mixabin, hemû cîhan bi bêdengî li êrişên Iranê yên li dijî Kurdan temaşe dike. Ev dewleta terorîst dê rojekê cezayê ku heq dike bistîne.

Em wek Platforma Ciwanên Kurd, bi daxwazên xwe yên ji dil Cejna Qurbanê ya Kurdên Misilman pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema yekbûna hemû partiyên Kurdistanî û rêxistinên sivîl li ser bingehek netewî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 611 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:12:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x