HezKurd dixwaze qada kampanyaya zimanê Kurdî berfireh bike

Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî, Hereketa Zimanê Kurdî, li Amedê bi hezaran kartên rengan, hejmaran bi Kurdî û Alfabeya bi Kurdî belav kiribûn. Piştî ev çalakiya di nava gel da pêk anîn, ji hin bajarên din jî gelek kesên sivîl li ser medya civakî, daxwaza wan kartan kiribûn.

26.02.2021, Cum - 13:59

HezKurd dixwaze qada kampanyaya zimanê Kurdî berfireh bike
Nuçe Belav bike

Piştî vê daxwaza, Rêveberiya HezKurdê xwe amade dike ku, li bajarên Bakurê Kurdistanê yên din jî dem bi dem vê kampanyayê bidomîne. Bi vê mebestê, HezKurdê bi pêşengiya berpirsê kar û barên dîplomatîk Fethûllah Elçî û bi rêveberiya HezKurdê ya li Şirnexê, heman çalakî pêk anî. Rêveberê HezKurdê Fethûllah Elçî dibêje ku: "me hezar heb Alfabeya Kurdî, kartên rengan û hejmarên bi Kurdî û belavokek li ser hişmendiya zimên, li kolanên Şirnexê di nava dikandaran, bazirganan, zarok û kesên medenî da belavkirin. Di dema belavkirinê da, em pir şanazbûn ku miletê me bi rastî jî bi awayekî pir germ û dilşad em pêşwazî kirin. Û me dît ku, hezar kart kêm in, divê bi deh hezaran belav binin. Ji ber ku, yên ku me belav kirin, têr nekir û gelek kes destvala ma."

Elçî wiha qedand:" lê belê em soz didin ku, di demên pêş da emê vî karê xwe berdewam bikin û bi vî awayî hişmendî û hezkirina zimên bidin hezaran însanan û taybetî jî zarokên Kurd. Li gorî me, ku ziman nebe neteweyek jî nabe. Emê ti car nehêlin Zimanê Kurdî têk biçe."

Gorî zanyarîyên ku HezKurd dide, di rojên pêş da, çalakiyên wan yên sivîl û li qadan dê bidomin. HezKurd piştî ku li Amedê derket li qadan û di nava gel da karê pratîkî pêk anîbû, li ser medyaya civakî rastî eleqeyeke baş hatibû û bi hezaran însan karê wan ecibandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 681 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x