Ji bo raya giştî ya Neteweya Kurd..

Di despêkê da em wek Hereketa Zimanê Kurdî/HEZKURD, Cejna hemî Kurdên Misliman û dostên wan pîroz û bimbarek dikin. Em hêvî dikin ku, roj dê were û Neteweya Kurd dê hemî cejn, şahî û rojên xwe, bi zimanê zikmakî derbas bike.

14.05.2021, Cum - 13:11

Ji bo raya giştî ya Neteweya Kurd..
Nuçe Belav bike

Bi vê mebestê, em 15 Gulanê roja cejna Zimanê Kurdî jî bi dil û can pîroz dikin û soza têkoşîn û xizmetê ji bo zimanê resen û qedîm, Zimanê Kurdî didin miletê xwe.

Di navbera van herdu cejnan da, em mizgîniyek bi xêr û pîroz jî didin Neteweya Kurd, ku me ji bo mafê Zimanê Kurdî serî li Neteweyên Yekbuyî û UNESCO\'yê dabû û ev çend rojin bersiva vê serîlêdanê hat li ber destê me.

Di bersivê da, rewatiya doz û daxwaza Zimanê Kurdî bi awayekî bi hêz û fermî tê dayîn. Û bilêvkirina piştgiriyê ji bo HEZKURDÊ jî tê dubare kirin. Di warê rewatiya perwerdeya pirzimanî li dibistana de jî, UNESCO binê gelek xalên girîng jî xêz dike.

Em vê mizgîniyê wek destkeftek dîrokî dibînin ji bo Miletê Kurd û soz didin ku xebat û danûstandinên me yên li gel UNESCO û Neteweyên Yekbuyî dê bi awayekî bihêztir berdewam bin.

HEZKURD, doza Zimanê Kurdî û rewatiya mafê zimên wek şîrê dayîkê pîroz dibîne û dê hemî naveroka bersiva UNESCO\'yê, di demek nêzî de bi civîneke çapemenîyê, ji Neteweya Kurd ra eşkere bike.

15ê Gulanê roja CEJNA ZIMANÊ KURDÎ, li hemî Neteweya Kurd pîroz be.

NAVENDA RÊVEBERIYA HEZKURDÊ

\"UNESCO\'dan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 895 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x