JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ BERHEMEKE NÛ!

03.05.2021, Pts - 10:22

JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ BERHEMEKE NÛ!
Nuçe Belav bike

Kahir Bateyi

Bîranînên hin kesan hene dîrok bi xwe ne. Mirov di wan de dîroka serdemekê dibine. Pirtûka bîranînên Dr. Yekta Uzunoglu ya bi navê Bîranîn 1 jî ji wan bîranînan in ku dîroka serdemekê di nava xwe de dihewîne.

Mirov di vê berhemê de hînî gelek bûyer, serpêhatî, agahî û zanyariyan dibe ku qet nayên zanîn. Gelek rûpelên dîroka binaxkirî bi saya berhema bîranînên Dr. Yekta ji bin axê derketine, bi bîranîn û jiyana Dr. Yekta re gihîştine ber deste xwendevanan.

Di vê berhemê de hevpeyvîneke dûv û dirêj li gel Casimê Celîl û yek jî li gel Prf. Dr. Heciyê Cindî ku di sala 1979’an de kirine ku mirov bi wan hevpeyvînan hem jîyana wan hîn dibe, hem bi jiyana wan re qirkirin û surgûna kurdên êzdî hîn dibe. Bi wan hevpeyvînan mirov jiyana belengaz ya civaka salên 1900’an heta salên 1980’an dibîne.

Dîsa mirov di miqaleya ”Milyaketên Parêzkar ên Mûzîka Kurdî” de di şexsê kedkarên qedîm yên Radyoya Êrîvanê, berpirsyarê sereke Xelîlê Çaçan û xanima wî Eznîva Reşîd de serpêhatîya Radyoya Êrîvanê, cara yekem li ser navê Radyoyê derketina Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd bo Ewropa û li wir dayîna konsera Newrozê û li wir belavbûna deng û navê Radyoya Êrîvanê dibîne.

Her wiha mirov di wan bîranîn de gelek hêlên civaka kurdan, gelek hêlên kesayetiya kurdan yên wekî mêrxasî û tirsonekî, welatperwerî, xiyanet, tarî û ronahiyê dibîne.

Di vê berhemê de jiyana li gel Dr. Qasimlo bigre heta Kamûran Alî Bedirxan, avakirina Enstîtûya Kurdî ya Parîsê heta yekem Weşanxaneya kurdî li Ewropa ya îllegal, têkilî û dostaniya li gel gelek kesayetên dostên kurdan yên Ewropî gelekên din cih digirin.

Dr. Yekta Uzunoglu di vê berhemê de ne tenê hin bûyerên dîrokî hînî me dike, di heman demê de carinan me dibe nava rûpelên dîrokê, carinan Seleheddînê Eyûbî bi me dide nasîn, carinan yekem Xaxama jin Asenat Barzanî û gelekên din.

Ev berhem tijî ye ji agahiyên xweş û şirîn.

Bîranînên Dr. Yekta Uzunoglu

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 904 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x