Occo Mahabad: Şairekî Xorasanî; Ceferqulî Zengelî

24.11.2020, Sal - 17:22

Occo Mahabad: Şairekî Xorasanî; Ceferqulî Zengelî
Nuçe Belav bike

Pirr kes tunene ku wekî Ceferqulî hem wek derwêşekî oldar, gerok û muzîkjen hem jî

wek fîlozof, zanyar, helbestvan û ronakbîrekî were dîtin. Li Xorasanê Ceferqulî wek

efsaneyeke veşartî û razbar tê dîtin û vegotin. Hûn ji kî bipirsin derbarê Ceferqulî de

gotineke wî heye.

Gundiyên Qûçanê ku girêdayî eyaleta Xorasana Rezewiyê dijîn wî sofiyekî muzîkjen

û derwêşekî gerok wek Evliya Çelebî an jî Evdalê Zeynikê dibînin. Li gorî wan

Ceferqulî çûye welatên curecur di wan welatan de pirr mirov nas kirine bi sedan

helbest nivîsandine û dîsa gotiye welat, welatê min ê zêrîn vegeryaye axa Qûçanê.

Bajariyên xwende û zehftirîn girêdayî çîna burjuvayên biçûk in, Ceferqulî zana, fîlozof

û edîbekî wek Ehmedê Xanî an jî Melayê Cîzirê dibînin. Bawer dikin ku Ceferqulî

çiqas îlm û zanîn hebin di hişmendiya xwe ya edebî û hûnerî de veşartiye. Li gorî

wan Ceferqulî li dijî şahê Fethelî Şahê Qacar şer daye lewma ji welatê xwe hatiye

sirgunkirin hemû emrê xwe li dijî serdestiyê derbas kiriye.

Her çendî bawerî û gotinên xelkê Qûçanê bi vî awayî bin jî lê çend pirs û pirgirêk

hene ku em zelal û safî bikin da ku Ceferquliyê rastîn derkeve holê û baştirîn bê fêm

kirin.

Pirsgirêka yekemîn ew e ku em dizanin ku Ceferqulî ne xwende bû û tucarî helbestek

bi destê xwe nenivîsandibû. Eşkere ye helbestên wî bi muzîkjeniya wî re belav bûne

di nava gel de helbest xwendine xelk pirr jê hez kirine û ezber kirine.

Pirsgirêka duyemîn, di destê me de tu delîl tunene ku em bibêjin Ceferqulî li dijî

serdestiya Fethelî Şahê Qacar têkoşîn daye û hatiye sirgunkirin.

Pirsgirêka sêyemîn jî ew e ku em bi başî nizanin ku helbestên wî yên hatine

berhevkirin û çapkirin, kîjanî yên Ceferqulî ne yan ne yên wî ne. Divê li ser helbestên

wî yên ku hatine berhevkirin û çapkirin lêkolîneke berfireh yên zimanî û wêjeyî bên

kirin.

Ez ê nêrînên xelkê Qûçanê ku tên gotin deynim aliyekî ji we re qala Ceferqulî kî ye

çawa jiyaye çi kirine li ku miriye bikim.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê ku bi qasî Evdalê Zeynikê û Ehmedê Xanî girîng di

heremê de bi hûner û wêjeya xwe deng vedaye, bi nasnavên Ceferqulî, Cefer,

Ceferquliyê Kurd, Ceferê Bêbext, Bilbilê Xalxal, Ceferquliyê Bêçare, Ceferquliyê

Endelîb, Ceferquliyê Muxtar, Ceferqulî Azad tê nasîn û binavkirin.

Ceferqulî Zengelî (Ceferquliyê Zengene, Ceferqulî Zengêlî, Ceferquliyê Zengine,

Ce’fequliyê Zengelî) di sala 1799an de li gundê Gûganê yê bi ser bajarê Qûçanê ji

malbateke feqîr û gundî tê dinyayê.

Qûçan girêdayî Eyaleta Xorasana Razewî ye. Serbajarê vê eyaletê Meşhed e. Îro

nifûsa Qûçanê li dora 150î hezarî ye. Tê de Kurd, Faris û Tirkmen pev re dijîn. Qûçan

10 km. dûrî sînorê Tirkmenistanê ye.,

Ceferqulî Zengelî ji êla Zengenê ye. Êla Zengenê êleke mezin e. Bêhtirîn li Kerkûk,

Silêmanî, Xaneqîn, Kirmaşan, Hemedan, Lûristan û Gûranê bi cih bûne. Bi

zaravayên Soranî, Kelhûrî û Lekî diaxivin.

Navê bavê Ceferqulî Mela Reza Qulî ye. Bavê wî ji ber nexweşiyê dimire û apê wî

Hecî Elîesxer bi diya wî re dizewice. Ceferqulî ji aliyê apê xwe ve tê xweyîkirin û

mezinkirin. Ew heta xortaniya xwe di gundê xwe de dimîne û mezin dibe.

Apê wî dixwaze Ceferqulî bixwîne, wî dişîne xwendingeha gund li cem Mele Berat lê

Ceferqulî bala xwe nade dersên xwe naçe xwendingehê, heta ber êvarê li dora

gundê xwe digere naxwaze bixwîne. Lewma Ceferqulî hînî xwendin û nivîsandinê

nebûye.

Piştî 15 saliya xwe, bûye aşiqê qîzikeke bedew ya bi navê Melwarî ji sibê heta

derengiya şevê bi eşq û evîna wê ya bêdawî ji vî gelî bigire ji geliyekî din wisa

serberdayî rojên xwe bi xeyalên Melwariyê derbas dike. Bi xeyalên wê stranên evînî

distrê û helbestên xamî di hişê xwe de digerîne.

Gundiyên herêmê Melwariyê qîzapa Ceferqulî û evîndareke rastîn dibînin lê bajariyên

Qûçanê vê evînê wek evîneke mîstîk, xeyalî ya ku di hişê Ceferqulî de pêk hatiye

teswîr dikin. Rastî her çi dibe bila bibe di encamê de muzîkjenî û helbestvaniya

Ceferqulî bi eşqa Melwariyê dest pê kiriye.

Piştî xortaniya xwe Ceferqulî dixwaze Melwariyê ji bîr bike berê xwe dide welatên

Qefqaziya, Osmanî, Hindistan, Ozbekistan, Turkmenistan, Efxanistan, Tacîkistan,

Iraq, Erebistan, Sûriye, Misrê û Azerbaycanê lê nikare wê ji bîr bike dîsa vedigere

Qûçanê. Di van geran de hînî zimanê Farsî, Erebî û Tirkî dibe. Ew xwe hînî amûra

dûtaxê dike. Bi amûra dûtaxê helbestên xwe ji civatê re dixwîne. Xelkê herêmê bi vî

awayî hînî helbestên wî dibin, bi demê re jê zehf hez dikin û lê xwedî derdikevin.

Stran û helbestên xwe ji bilî zimanê Kurdî, bi Erebî, Tirkî û Farisî jî vegotine. Em

dibînin ku di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên Erebî, Farsî û Tirkî. Ceferqulî

hem helbestên olî hem jî yên ser eşq, evîn, bêrîkirin, êş û elemî nivîsandine. Gellek

stranên ku îro li herêmê tên gotin bi meqam û helwên Ceferqulî hatine bestekirin.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê mîna qalçîçekan hestyar, dilnazik, xwedî peyvên kûbar û

nazenîn her çendî dîroka mirina wî tam neyê zanîn jî bi texmînî di sala 1894an de li

Qûçanê, di cihê bav û kalên xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Helbestên wî şairê girîng yê Xorasanî ji aliyê Kelîmulayê Tewehudî ve hatine

berhevkirin û ji mirinê hatine rizgarkirin. Li Kurdistana Bakur dîwana wî bi navê “Le

Xakê Xurasanê” ji aliyê weşanxaneya Avestayê hat çapkirin.

Ceferqulî bi romantîzmeke bilind, hestiyar û dilzîz hestên xwe bi awayekî vekirî, sade

û watedar, bi helbestên canecan û dilgerm radixîne li ber hiş û rihê helbesthezan.

Helbesta wî ya Elo Xelkê vê rastiyê bi eşkere tîne ber çavan. Helbest bi êş, elem û

hezkirineke mezin dest pê dike û wisa jî bi dawî dibe.

Elo xelko bibînin, bejnê yarê bû elem

Bi çavan û bijangan, min dikuje bi sitem

Herin hûn vegerînin, belkî li min bike rehm

Ez li arê işqê wê, dişewitim natê kerem.

Tê dîtin ku di gellek helbestên xwe de eşqa Melwariyê ku ew wek ar û alaveke sor

şewitandiye, dîn û har kiriye tîne ziman. Bi taybetî di helbesta Qaliwek im de ev

rewş bi awayekî rasterast tê dîtin û hîskirin.

Qaliwek im li herdu rûyê min li asimîn

Şev û ro dia dikim, melek dibêjin amîn

Diayên min qebûl bike, Xwedawendê alemîn

Ya Melwariyê bide min, ya canê min tu bistîne

Herdem li dev û dilê min amîn, ya Erhemê rahimîn.

Di helbesta wî ya Şevê Çû Di Xewê De em hezkirina wî ya amûra dûtaxê û

Melwariyê bi çîlekeşiyeke jandayî, xedar û bêdermanî dibînin. Ji bo Melwariyê dikeve

rêyên dûr û dirêj bajar bi bajar, welat bi welat digere lê dîsa jî nikare dev ji Melwariyê

berde û ji bîr bike.

Şevê çû di xewê de, dane min vê dutarê

Şevê axir çarşemê, ketim bi vê azarê

Ez gerandim şehr bi şehr, birme Xîwe-Buxarê

Perde hate hilanîn, min dî rûyê gul`uzarê

Min natê wê senemê, nedî li tu diyarê.

Ceferqulî Zengelî li axa Xorasanê wek semboleke neteweyî pêşengiya wêje û

helbesta klasîk ya Kurd dike. Ciyê şanaziyê ye ku xelkê Xorasanê jê zehf hez dike û

di her warî de lê xwedî derdikeve ku neyê jibîrkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 661 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x