Di nava HDPê de ji bo Wekîltiya Serokê Parlamentoyê navê 4 kesan derbas dibe

HDP piştî Pervin Buldan ku bû hevserokê partiyê li şûna wê li Wekîlê Serokê Parlamentoyê digere. Li gor kulîsan navê 4 kesan derbas dibe.

20.02.2018, Sal - 06:25

Di nava HDPê de ji bo Wekîltiya Serokê Parlamentoyê navê 4 kesan derbas dibe
Nuçe Belav bike

HDP piştî Buldan li Wekîlê Serokê Parlamentoyê digere. Li gor kulîsên partiyê navê Sirri Sureyya Onder, Mithat Sancar, Filiz Kerestecioglu û Osman Baydemir ji bo namzediyê derbas dibe.

Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê, li şûna Wekîlê Serokê Grûbê Ahmet Yildirimê ku ji ber heqareta serokomar îhtîmal heye parlamenteriya wî bikeve navê Mahmut Togrul û ji bo Wekîltiya Serokê Parlamentoyê Pervin Buldan jî navê Sirri Sureyya Onder, Mithat Sancar, Filiz Kerestecioglu û Osman Baydemir ji bo namzediyê derbas dibe.

HDPê duhî bi tevlîbûna Pervin Buldan û Sezai Temelli li grûba parlamentoyê civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xistibû û di civînê polîtîkaya nû ya partiyê hatibû nirxandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1918 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:51:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x