Barana kêm li Rojavayê Kurdistanê metirsiyeke mezin çêkiriye

Zuhabûn û hişkesaliya îsal, tirs li cem welatiyên Rojavayê Kurdistanê, dirust kiriye. Li gorî zanyariyên xwecihî ji wan navçeyan, di çileyê çile de, îsal baran weke pêwîst nebariyaye.

24.01.2023, Sal - 18:48

Barana kêm li Rojavayê Kurdistanê metirsiyeke mezin çêkiriye
Nuçe Belav bike

Êdî xelk bi giştî û cotkar bi taybetî, di tirsa wê yekê de ne ku, sal wiha bi bê ber û berhemeke baş derbas bibe, û di encamê de tovê ku xistine bin axê jinav here.

Bi sedema vê rewşa metirsîdar, li hin navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, xelkê zêw amade kiriye.

Ew jî nerîteke, tê de xwarin tê çêkirin û ji bo baranbarînê lava dikin.

Nişteciyeke Cizîra Rojavayê Kurdistanê got “Em hawara xwe digihînin Xwedê û Pêxember ku îsal Xwedayê teala rehmek li alema dinyayê bike.”

Di zêwê de, jin, zarok, zilam derdikevin derveyî malan, û li ser xwarinê kom dibin û duayan ji bo baranbarînê dikin.

Nişteciyeke Cizîra Rojavayê Kurdistanêdibêje me Zêwe çêkiriye ku Xwedê bide xatirê van zarokan rehmê li alemê bike baranê bi barîne.”

Zanyariyên xwecihî ji Rojavayê Kurdistanê, diyar dikin ku, ji di herdu salên bûrî de ziyaneke mezin gihişte wan navçeyan. Îsal jî, ji 7ê vê meha Çile ve, baran li wan deveran nebariyaye.

Ev yek di demekê de ye ku, pêwîstiya wan navçeyan bi 600 hezar ton genim heye û berhema sala par jî 400 hezar ton bû. Wateya vê yekê jî ew e ku, 200 hezar ton genim kurtanîn hebû.

Eger îsal jî wiha bibe, êdî rewşeke xirab di warê xwarin, nan, arvan û çandiniyê de, peyda dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:54:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x