Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê-PSKyê , nivîskar û siyasetmedarê kurd Birêz Bayram Bozyel, îro(08.11.2021) serê sibê li Amedê , li mala xwe, ji aliyên polîsên Dewleta Tirkîyeyê ve hatiye desteserkirin.
Birêz Bayram Bozyel Cîgirê Serokê Gistî yê PSKyê ye, ew şiklê ku Birêz Bozyel hatîye desteser kirin, şiklekî ne demokratîk e û binpê kirina mafê azadîya fikrî û rêxistinî ye.
Desteser kirina Birêz Bayram Bozyel nîşana bêtehamulîyali dijî doza kurd û Kurdistanê ye.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê desteserkirina Birêz Bayram Bozyel şermezar dikim.
Birêz Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan.
08.11.2021
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê