Meclîsa Partiya me di 29ê Mijdara sala 2020’an da civina xwe ya asayî çêkir û li ser mijarên
rojeva xwe giftugo kir û biryar da, ku belavoka jêrî pêşkeşê bîrûrayê giştî bike.
Di hel û mercekê da, ku dinya di ber deste şewbeyê Corona da dinale û bêtîrî mîlyonek mirov
ji ber şewbeyê canê ji dest dane, di herem, Kurdistan û Tirkiyê da buyer û pêşhatiyên gelek
girîng rûdidin.
Li Tirkiyê, ku ji ber siyaseta aborî û dagîr kirin û êrîşkar ru bu rû ye qeyrana aborî bibû,
Tifaqa Cumhur, di proseya xebat dij-Pandamiyê da, şuna ku tendurîstiya gel biparêze,
pêdiviyên aborî li ber çav digre.
Regîriyên, ku bona peşiya berbelav bûna Coronayê hatine dest nişan kirin, jiyanê bo
zehmetkêşan zindan kirine û zahmetkeşan muxtacê pariyek nan in.
Ligel vê yêkê deshilata Tirkiyê şewbeyê wekî hencet bi kar tine, daku pêşiya bi kar anina maf
û azadiyên demokratîk bigre. Yên, ku dengê xwe diji zilm û têda bilind dikin, yên ku
dixwazin jingeyê biparêzin, zahmetkêşen, ku bona parastin û bi dest xistina mafên xwe
derdikevine kuçe û kolananan dikevin ber êrîşa poles û canderme.
Erîş û têda li ser sendîqa, dezgeyên sîvîl, jorên pişeyî, ku dijî kar û kiryarên Tifaqa Cumhur
in, roj bi roj zêdetir û tundtir dibin.
Dadigehan, ku ne li gor binameyên huqûqî, bi gor nasname û bîr û baweriya mirovan biryar
didin, bûne beşekê hikumatê û bi gor destura wê kar dikin.
Li Kurdistanê her roj, li ser siyasetmedar, huquqnas û berpirsên dezgeyên sîvîl operasyon têne
çêkirin.
Binpê kirina vîn û îradeya gel berdewam e. Yek-du şaredarî mane, ku ji wan ra qeyyum
nehatiye destnişan kirinê.
Deshilata Tirkiyê, êriş û operasyonên xwe li Kurdistana Başurê bi henceta PKK, siyaseta
dagir kirina Kurdistana Rojava û girjî û qeyranê, ku di Deryayê Navarast pêkaniye, wekî
amrazek bi kar tine bona, ku bala gel bikşine dervayê tixubê.
Rejîma taqekesî a Tirkiyê, ku li hundur û derwayê asê bûye, dijminatiya nirxên rojava gurtir
dike. Bi henceta parastina evlehiya netewî û yekparçeyiya Tirkiyê, sovenîzma Tirk û
dijminatiya Kurdan bilindtir dike.
Eşkere bûye, ku Tifaqa Cumhur nikarê pirgirêkên aborî, siyasî û diplomatîk, ku rû be rû ye,
çareser bike.
Hevkariya hêzên şoreşger, demokrat û welatparezen Kurd li ser bingeha demokrasi, azadî û
aşitiyê dikare pirsgirekan çareser bike.
Bona ku hêzên welatparezen Kurd ji derfetên baş û li bar kel verbigrin, ku bi hilbijartina
Bîden wekî Serokkomara Dewleta Yekbûyî ya Amerika pêkhatiye, berê her tiştê divê yêkîtiya
xwe li ser welatparêzî û demokratîk ava bikin.
Bona vê yeke;
Partiya Sosyalîst Kurdistan-PSK, piştgiriya xwe carekî dinê li proseya yekitiyê, ku li Rojava
Kurdistanê bi reva diçe, radigihine û daxwaz dike, aliyên dinê jî beşdarê proseya hanê bibin.
PSK çext li ser vê yeke dike, ku divê PKK serweriya hikumeta Herêma Kurdistanê nas bike û
destê xwe ji kar û baren navxweyiya vê perçeyê bikşine.
PSK carekî dinê bang li hêz û partî û sazî û kesayetiyen welatparêz yên Kurdistana Bakurê
dike, di tevgera niştimanî û demokratîk da destê xwe bidine hevudu.
PSK li hembere rejîma taqekesî bang li hemu hêzên şoreşger, demokrat û guhartinxwazê
dike, ku bona demokrasi, aşitî û azadiyê bi hevra xebat bikin.
03 Mijdar 2020
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan