DANEZANA KONFERANSA TDK-TEVGERÊ

Pêwîstiya bi nirxandineke gelemperî

25.03.2021, Per - 18:58

DANEZANA KONFERANSA TDK-TEVGERÊ
Nuçe Belav bike

Rêxistina Sosyalîst ya Demokratîk ya Kurdistanê (RSDK) di 7 û 8ê îlona 2005an de konferansa xwe ya dawî pêk anî. Di vê konferansê de RSDK navê xwe guherand û navê TDK-Tevger li xwe kir. Konferans û encamên wê bi agadariyek kin ji raya giştî re hatibû ragihandin.

TDK-Tevgerê di Konferansa xwe de gihaştibû vê bawerêyê ku divê li ser pêvajoya tevgera neteweyî ya Kurdistanê û guherandinên ku di vê dema dawî de li Kurdistanê, Rojhilatanavîn û Tirkiyeyê pêk tên û li ser pêşniyarên ku ji bona çareseriyê tên diyarkirin bê rawestandin û bi nivisandineke berfiretir ve ji raya giştî re bê pêşkêşkirin.

Navê rêxistina me ya nû

RSDK (Rêxistina Sosyalîst ya Demokratîk ya Kurdistanê) konferansa xwe ya dawî di 7 û 8ê îlona 2005an de pêk anî. Di vê Konferansê de navê rêxistina me, bi Tevgera Demokratîk a Kurdistanê TDK -TEVGER ve hate guherandin.

Navê Rêxistinê bi kurtî `TDK-Tevger` e. Bi zazakî: Tevgera Demokratîk a Kurdistanî û bi tirkî: Kürdistan Demokratîk Hareketî ye.

TDK-Tevger, di vê Konferansê de, weke rêxistinek nû nehatiye ava kirin. Ew berdewama û wêrisdarê PYSK (Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Kurdistanê) û RSDK ye. TDK-Tevger, di warê îdeolojîk û siyasî de jî berdewama vê rêz û rêçikê ye. Herweha di xeta îdeolojîk û siyasî ya TDK-Tevgerê de jî di warê bingehîn de tu guhertin çênebûne. RSDK, weke berdewama PYSK, di 16-17 çileya 1999an de hate avakirin.

Weke tê zanîn PYSK ji pênc rêxistinan (Kawa, KUK, Têkoşîna Sosyalîst, TSK û YEKBÛN) ku piştî xebatek dûr û dirêj ya yekîtiyan hate damezirandin. PYSK damezirandina xwe di 1 gulan 1996an de, bi belavokekê ji raya giştî re diyar kiribû.

Lê PYSK nebû xwediyê jiyaneke dirêj ya siyasî. PYSK di kongreya xwe ya temûza 1998an de xwe belav kir. Piştre, bi armanca domandina yekîtiyê, bi beşdariya kadroyên ji kevneşopiyên KUK, TS, TSK û tevî hinek kadroyên ji rêxistinên din RSDK hate damezrandin. Ji wê demê şûn de, bi navê RSDK xebat hate domandin. RSDK, xwe welatparêz, demokrat û sosyalîst bi nav dikir; di qada siyasî, çandî, demokratîk û wekî din de xebata xwe domand û di platformên hevbeş de cihê xwe girt.

Di Konferansê de pêvajoya avakirina PYSKê û rewşa wê demê ya taybetî hate nirxandin û hate diyarkirin ku navê RSDK jî berhemê wê dem û rewşa taybetî bû. Ji ber vê jî, biryar hate girtin ku ji niha û pêve; li gor rewşa tevgera neteweyî û demokratîk a Kurdistanê û li gor bersîvdayina xusûsiyeta pêvajoya dîrokî bi navekî nû ve bi navê TDK-Tevger xebata xwe bidomîne.

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger) wê xebata platform û xebatên ku berê bi navê RSDKyê tê de cih girtibûn, bi eynî berpirsiyarî û fedekariyê bidomîne. TDK-Tevger, di domandina xebata xwe ya rêxistinî de, wê hewl bide ku di serî de di warê eşkere û demokratîk de û her weha çi li welat û çi li derveyî welêt, ji bona geşkirina platformên hevbeş û xebatên yekîtiyan û gavavêtinên nû yên li gor pêdiviyên pêvajoyê û di xizmeta berjewendiyên demokratîk û neteweyî yê gelê me de bin, wezîfe û berpirsiyarên xwe, li gor hêz û qeweta xwe pêk bîne.

Li ser belavkirina PYSKê

PYSK, di demek dijwar de hate damezrandin. PYSK di wê dema ku hêjî, ew pêvajoya têkçûn û belavbûyina piştî 12ê îlonê dom dikir, ku PKK alternatîfek bi tenê dihat dîtin û potansiyela demokratîk ya neteweyî ji aliyê vê rêxistinê ve hatibû bloke kirin û marjînalbûyina rêxistinan de, pêvajoyeke giran dabû ser milên xwe.

Lê tevî giraniya şertên taybetî yên vê pêvajoyê jî, li gor me di demek kurt de belavbûna PYSK ji ber mercên subjektîf bû. Kiryarên grupperestî û bêberpirsiyariyên hinek kadro û endamên komîteya navendî yên kevneşopiya YEKBÛN û KAWA yê di belavbûna PYSK de roleke bingehîn lîstin.

Bê guman, di serneketin û belavkirina PYSKê de, li gor guneh û sewabên xwe her kesên ku di vê pêvajoyê de cîh girtine, berpirsiyar in. Bi vê wateyê, kêm an jî zêde kêmasî û berpirsiyariya kadroyên ku ji kevneşopiyên din hatine jî tê de heye. Bi taybetî diviyabû kadroyên ku ji sê kevneşopiyan (KUK, TS, TSK) dihatin aktîftir û fedakartir bixebityana û însiyatîf bigirtana. Lê çi di dema PYSK de û çi jî piştî belavkirina PYSK de kadroyên van hersê kevneşopiyan tim bi berpirsiyarî tevgeriyan; neketin nav kiryarên zerardayina yekîtiyê. Ji aliyê kadroyên van her sê kevneşopiyan ve, domandina yekîtiya ku di dema PYSK de hatibû avakirin û bi awayê RSDK xwedîlêderketina mîrata partiyê, nîşana vê yekê ye.

Derbasbûna nêzîk ya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistana Bakur

Di dîroka tevgera demokratîk ya neteweyî ya vê sedsalê de, gelek pêvajoyên cuda yên serketî û têkçûyî hatin dîtin. Di seranserê sedsala 20an de, gelek berxwedanên neteweyî û herweha jî qirkirinên civatî pêk hatin. Her carê, di warê siyasî, civatî û aborî de wêrankirinên mezin pêk hatin. Gelê Kurd êşên giran kişand, tevgera demaokratîk ya neteweyî derbên mezin xwar. Pêwendiyên di nava pêvajoyên siyasî de, herweha di nava qirnan de hatin qut kirin. Her qirnek çi bêje ji nû de dest bi xebatê kirin. Lê tevî van qirkirin, êş û rûxandinên giran yên seranserî sedsala 20an jî, daxwaza azadî û serxwebûna gelê Kurd nehat wenda kirin. Tevgera demokratîk ya neteweyî her ku çû berfiretir bû.

Piştî bi qirkirin, hovîtî, pelçiqandina berxwedana Dersimê ya 1938an, ku Bakurê Kurdistanê demekê kete nav bêdengiyekê, di nîvê sedsala 20an de, partiya siyasî ya pêşîn ya kurdî TKDP di 1965an de hate damezrandin.

Pêşketinên bi bûyera 49an dest pê kir û dû re damezrandina TKDP û DDKOyê destpêka pêvajoyek nû diyar dikirin; ew bêdengî û ewrê reş û tarî hêdî hêdî radibû. Di nîvê salên 1970yî de ku berdewama vê pêvajoyê bû, li ser bingehê pirdengî, bi îdeolojî û lênêrînên siyasî yên cuda ve gurûb, rêxistin û partiyên nû dihatin ava kirin. Di vî warî de, pêvajoya salên 1970yî, di dîroka nêzîk ya tevgera demokratîk ya neteweyî de cîhekî girîng digire. Tevger di maneya modern de dikete pêvajoyeke pirdengiyê. Herweha gelek nerînên bingehîn di vê pêvajoyê de hatin afirandin. Tercîhên îdeolojîk çi dibin bila bibin, ew bîr û bawerî weke nerînên hevbeş yên tevgera Kurd şekil digirtin.

Kurd neteweyek e. Li dijî îradeya netweyê Kurd, welatê wî ji aliyê hêzên emperyalîst û hevalbendên wan dewletên kolonyalîst ve hatiye perçe kirin. Kurdistan koloniyeke klasîk ya navneteweyî ye. Li Kurdistanê pêvajo, pêvajoya şoreşa neteweyî ya demokratîk e. Mafê tevgera neteweyî ya Kurd e, ku di welatê xwe de xwe bi awakî serbixwe bi rêxistin bike.

Ev di eynê demê de pêwîstiyek e. Divê bi kêmanî federasyon jî di nav de, serxwebûna Kurdistanê û bi şert û mercên dîrokî ve girêdayî yekitiya Kurdistanê pêk were. Perçê herî mezin yê Kurdistanê, Kurdistana Bakur e. Ew di bin dagirkirina dewleta Komara Tirkiyeyê de ye. Di şert û mercên awayê xebat û têkoşîna demokratîk û aştî hatibe xetimandin, ji bo gihaştina armanca xwe li hemberî hêzên kolonyalîst yên ku bi awakî leşkerî welatê me dagîr kirine, têkoşîna çekdarî mafekî rewa û dem dema rêyeke pêdivî ye. Heta îro avakirina rêxistinên bi dizî ne li gor hest û daxwaza me ye; ev encamê siyaseta dewleta Tirk ya li ser bingehê înkar, qedexekirin, zilm û zoradrêyê hatiye avakirin bi xwe ye.

Ev bîr û bawrî û hinek nerînên din di vê pêvajoyê de hatin afirandin.

Bê guman di vê demê de, di warê îdeolojîk û siyasî de hinek kêmaniyên mezin jî hatin kirin.

Di serî de şekilgirtina bi navendên îdeolojîk yên navneteweyî ve girêdayî wê dû re rê li ber pirsgirêkên mezin vekira. Ji ber ciwaniya tevgerê, bêtecrûbetiya kadroyên pêşeng, geştirbûyina meylên çepîtî û demdema pêkhatina kiryarên provakatîf di pratîkê de gelek xetayên girîng hatin kirin.

Di dîroka nêzîk ya tevgera neteweyî ya Kurd de, dema 1960-1980 di gelek waran de xwediyê cihekî taybetî ye. Tevgera demokratîk ya neteweyî, di dema ku civata Kurd di warê aborî û civatî de di pêvajoyeke pêşveçûn û guherandinê de derbas dibû û bi giranî di bin bandora pêşketinên navneteweyî de, bi awekî lezgîn di nav pêvajoyeke geşbûnê de bû. Aliyên cuda yên civatê bi daxwazên neteweyî û çînî beşdarî nav pêvajoya siyasî dibûn, tevger bi awakî girseyî geş dibû û bi berfirehî di nav derdorên civatî de belav dibû.

Bi derbeya faşîst ya leşkerî ya 12ê îlona 1980yî pêvajoyeke nû dest pê dikir. Tevgera ciwan ya neteweyî û demokratîk ku bêhazirî û bêtecrûbe hatibû girtin, nikaribû li gor rewşa wê demê awayê rêxistinî û têkoşînê pêş ve bibe. Pirsgirêk, têrnekirin û nexweşiyên rêxistinan derdiketin holê. Di vê rewşê de, kadroyên pêşeng yên gelek rêxgistinan, ji ber operasyonên giran, neçar man ku derkevin derveyî welêt. Derketina kadroyan ya ku pêşî ber bi rojhilatanavîn û dûre jî ber bi Ewropayê bû sedemek girîng ya dûrketina ji welêt. Di vê rewşa faşîst ya ku bi derbeya12ê îlona 1980an hatibû, pêkneanîna awayên têkoşînê yên li gor bejna pêvajoyê, peydanekirina rêyeke çareseriyê û herweha rûdana pirsgirêkên hundurî yên nav rêxistinan, rêxistin xistin nav pêvajoyeke jihevdûveqetandin, perçebûn û belavbûyinê.

Rewşa PKK ya vê pêvajoyê cuda ye. PKK ya ku berî 12ê îlonê ketibû pêvajoya belavbûnê, di Rojhilatanavîn de ket rêyeke cuda. Hêzên xwe yên derketibû derveyî welat dan hev û dest bi amadeyiya şerên çekdarî kirin. Bi destpêkirina şerê çekdarî yê 15ê tebaxa 1984an mohra xwe li pêvajoke ku divê bi taybetî bê nirxandin xist. Ji ber vê yekê, divê bi taybetî li ser rewşa PKK û pêkanînên wê bê rawestandin.

Heta mirov girêdanên sererast yên PKK û têkoşîna çekdarî ya ku bi salan domkirî bi Tirkiye, Sûrî, Îran û Iraqê re, aliyên wê yên din yên navneteweyî fêm neke; mirov nikare vê pêvajoyê û encamên wê jî rast fêm bike. Di warê armanca avabûna PKK de û kiryarên wê yên li Kurdistanê de, gelek tiştên ku rola dewleta Tirk ya vê pêvajoyê nîşan dide, êdî eşkere bûne. Di serî de îfadeyên Abdullah Ocalanî, çavkaniyên PKK û zanîn û belgeyên ku hinek avayiyên dewletê dane der, vê pêvajoyê bi giranî ronî dikin.

PKK weke tevgerek tasfiyekirinê derket holê. PKK ji roja derket dev ji vê siyaseta xwe ya ku ji derveyî xwe tu hêzek welatparêz nas nake berneda. Ji aliyê din ve jî, di seranserê vê pêvajoyê de PKK, ji bona li derveyî wê alternatîfek din dernekeve, ji dewleta Tirk jî hişyartir tevgeriya.

Di nivê salên 1980yî û destpêka salên 1990î de, tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê kete nav pêvajoyeke kûr ya guherandinên îdeolojîk û siyasî. Hinek kadroyên ku nerînên stratejîk yên şoreşa Kurdistanê ji gengeşiyê re vekirin, her ku çû dev ji hedefên stratejîk û nerînên bingehîn yên ku di salên 1970yî de hatibûn afirandin berdan. Bê ku xwerexnekirinek girîng bikin, pêmayiyên xwe înkar kirin. Divê ev pêvajoya paşdezîvirandinê baş bê vekolandin. Ji ber ku, heta sedem û guhertinên neteweyî û navneteweyî yên ku rê li ber vê pêvajoyê vekirine, teva rewşa tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ku îro dijî vekirî neyê zelal kirin, ji bona pêşerojê jî avayiyên bi îstîkrar û rûniştî nikarin bên damezrandin.

Rewşa tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ya îro

Li Kurdistanê, şiyarbûna siyasî û neteweyî, di van 20 salên dawî de bi kûrahî berfireh, bingehê civatî ya tevgera neteweyî firehtir, pêvajoya netewebûyina kurdan jî bi leztir bûye. Ev şiyarbûn tenê bi Kurdistanê ve ne girêdayî ye. Di nav kurdên li Tirkiyeyê dijîn û di serî de kurdên li welatên Ewropayê, di nav tevayiya kurdên li derveyî welêt de, pêvajoyek geş ya şiyarbûna neteweyî û siyasî tê jiyandin.

Di vî warî de potansiyelek berfire ya rizgariya neteweyî derketiye holê. Ji her çînên civatê mirov bi awekî civatî di nav tevgera neteweyî û demokratîk de cîh digirin. Di nav civata gel de, bi awekî ku bi demên berê re nayê pîvandin daxwazên mafê neteweyî û demokratîk, hewildana xwedî li nasnameya xwe derketinê, daxwaza jiyaneke serbixwe û azad roj bi roj bêtir derdikeve pêş.

Teva wan êş û rûxandinên salên 1980yî û 1990î; ew şerê ku 20 salan domand û hilweşandinên mezin anî serê civata Kurd; vê siyaseta teslîmbûnê û tirkkirina ku ji aliyê PKKê ve tê ferz kirin; siyaseta qirkirin; zordarî û înkarkirinê ya kevneşopiya dewleta Tirk jî; civata Kurd nîşan dide ku ew civateke çalak, bi berhem e û ew serî natewîne. Pêşketinên Kurdistana Başûr, demokratîkbûyînên nisbî yên ji ber bandora pêvajoya Yekîtiya Ewropa (YE) li Tirkiyeyê tên dîtin, bi vê ve girêdayî di van salên dawîn de hinek rûdanên demokratîk yên legal, û şikenandina bandora PKKê ya li ser civatê û h.w.d hinek ji sedemên vê pêşketinê ne. Teva pêvajoya Kurdistana Bakur pêşketineke paradoksalî nîşan dide jî, geşbûna hebûna neteweyî û demokratîk, dê bikaribe pêşî li ber bêçaretî û xitimandina siyasî ya ku tê dîtin veke û alternatîfên nû pêk bîne.

Kurdistana Başûr berbanga azadiyê djiî

Pêvajoya ku Kurdistana Başûr dijî, di dîroka kurdan ya nêzîk de rûpelek nû vekir. Di seranserî berxwedana neteweyî ya nîvsedsalê de, perçê vî welatê me xwîn, hêstirên çavan, qirkirin, koçkirin û rûxandinên dijwar dît. Lê di destpêka sedsala 21ê de, ji 1990î û vir de berbanga azadiyê dijî. Gelê me xelekek zincîrên koledariyî şikenandine û pêşeroja xwe ava dike. Hilbijartinên azad yê dîroka Kurd cara pêşî li ser vê axê pêk hat. Gelê me ku bi partiyên xwe yên siyasî, parlamento û hukumeta xwe ve li vî perçeyî dijî, bi îrada xwe ya azad ve hatiye rewşa xwebixwe îdare kirinê. Teva pirsgirêkên girîng yên navxweyî, herweha destdirîjiyên dewletên kolonyalîst Tirkiye, Îran û Sûriye û dewletên kevneperest yên heremê jî gelê me yê ku li Kurdistana Başûr dijî, ji dost û dijminên xwe re îspat kir ku ev civat dikare xwe bi xwe îdare bike. Di rastiya xwe de, di vê rewşa heyî û pratîkê de, li Kurdistana Başûr bi awakî jîndar dewleteke Kurd ava bûye. Bi gelemperî li navçeyê û bi taybet jî li Iraqê, di nav tifaq û mîzana hêzan de, ger guhertinên girîng yên nû li dijî kurdan dernekevin holê, wê rewşa heyî bidome. Ev jî wê bibe qonaxeke guherandina pêvajoya dîroka çarenivîsa kurdan.

Divê destketinên Kurdistana Başûr, weke destketinên netweyê Kurd yên her çar perçeyan bê dîtin. Loma jî, parastin û pêşdexistina destketinên vî perçeyî, wezîfeyeke neteweyî û dîrokî ya hemî welatparêzan û gelê Kurd e. Bi vê bîr û bawerêyê, piraniya hêzên welatparêz yên her çar perçeyan, piştgîriya Kurdistana Başûr dike, yekîtî û hevkariyê nîşan dide.

Lê, li Kurdistana Başûr, mirov nikare bêje ku her tişt rast e û di rêya xwe de dimeşe. Pêwist e ku pirsgirêkên hene bê dîtin û kêmaniyên hene bên rexne kirin. Hinek aliyên siyasî, bi awekî menfîetperestî û şelaftî pirsgirêkan paşçav dikin û her tiştî weke gul û gulîstanê nîşan didin. Hinek jî, ji bona xwe bi aliyekî şêrîn bikin, bi awekî bêhempa dibin piştgîrê aliyekî; ji mîr bêtir mîrperestiyê dikin. Divê ji aliyekî mirov bi helwesteke rast, di zanistiya wezîfeya neteweyî û dîrokî de, xwedî li destketinên vî perçê welêt derkeve û piştgiriya wan bike; ji aliyê din jî bi rexneyên xwe yên dostanî û erênî mirov bala wan bikşîne ser kêmanî û şaşiyên hene.

Tevlî hewldanên derve û hundur jî, demek dirêj Parlamentoya Neteweyî li Kurdistana Başûr nehate desthilatdar kirin. Otorîteya siyasî bi salan di bin idareya du hukumetên cuda de, di pratîkê de bûbû du perçe. Ev rewşa bû sedemê wendabûna demeke girîng. Herweha cudabûna di warê zarav û çandî ya `soranî û kurmancî` jî kûrtir bû. Lê nêzikbûna navbera PDK û YNK ya vê dema dawî, avakirina hukumeteke navendî û neteweyî gaveke geleke girîng û dîrokiyî ye; yekkirina herdû hukumetan ji aliyê tevaya gelê me ve bi şanazî tê pêşwazî kirin. Weke li perçeyên din, li Kurdistana Başûr jî yekgirtina hêzên welatparêz pêwîstiyeke mecbûrî ye. Em di vê bawerêyê de ne ku wê parlamento û hukumeta neteweyî ya Kurdistana Başûr siyasetek hevgirtî û neteweyî ya cudabûnên çand, zarav, herêm, civat û hwd dide ber çavan, bide pêşiya xwe. Divê di serî de ya PDK û YNKê, bandora partî û rêxistinên siyasî, li ser avayiyên neteweyî bê sînor kirin. Ji bona avakirina civateke şaristanî û demokratîk, divê bi lez di warê siyasî, dadmendî, rêvebirî, pîşeyî û hwd de guherandinên pêwîst bêne kirin.

Di pêvajoya jîndar ya tevahiya Iraqê de, Kurd roleke bingehîn dilîzin. Di vê pêvajoya niha de, bêyî kurdan pêkanîna ewlekarêyê û demokratîkkirina tevayiya Iraqê, serketina têkoşîna li dijî êrîşkariyên terorîstan, pêkanîna rêvebirêyeke xwedî desthelatiyeke xwurt û hwd ne mumkun e. Herweha, Kurd dibe pireke navbera erebên şiî û erebên sunî. Hilbijartina Serokê YNK Celal Talabanî weke Serokkomar, di vî warî de ji bona kurdan bûyereke gelek girîng e.

Lê, li Kurdistana Başûr awayê şikilgirtina `avayiya federal`, zelalkirina sînorên Kurdistanê û herweha statuya Kerkûkê pirsgirêkên pir girîng in. Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê vê rewşê ji nêzîk ve taqîb dikin.

Pêlên têkoşîna gelê me li Kurdistana Rojhilat ji nû ve bilind dibe

Li Kurdistana Rojhilat rejîma melayan, bi bêwijdanî siyaseta xwe ya zordarî û hovane li dijî gelê Kurd didomîne. Di kiryarên rejîmê de, bi taybetî di siyaseta li dijî gelê Kurd de tu guherandin çênebûne. Berevajî, melayên redîkal yên oldar desthilatdariya xwe xwurttir dikin. Teva vê yekê jî têkoşîna mezin ya li dijî rejîma meleyan dîsa li Kurdistana Rojhilat tê dayin. Teva ku gelek kadroyên xwe yên pêşeng yên weke Ebdurehman Qasimlo û Şerefkendî di kemînên xayin de wenda kir jî têkoşîna PDKÎ û hêzên din yên welatparêz bi awa û rêyên cuda dom dike. Rûxandina rejîma Seddam û pêşketinên baş yên li Kurdistana Başûr, moralê gelê me yê vî perçeyî bilind kir û têkoşîna wî geş kir. Kiryarên berxwedana civatî yên berfireh ku di nîvê sala 2005an de li bajarên Kurdistanê derketin, nîşana bilindbûniya pêla berxwedanê ya li vî perçeyî dide nîşandan. Di van salên dawîn de, rewşa tenêhîştin û zordana navneteweyî ya li ser rejîma melayên Îranê, di warê têkoşîna gelê me de pêşveçûnek girîng e.

Rewşa Kurdistana Başûrê Rojava

Li Kurdistana Başûrê Rojava jî pêşketinên girîng rû didin. Desthilatdariya Baasiyên kolonyalîst bi salan e ku li hember gelê Kurd siyaseta tade, zordarî û çavtirsandiniyek giran dimeşîne. Di vî perçeyê welatê me de, hîna jî bi sedhezaran kurd weke hemwelatî jî nayên dîtin. Lê rejîma kolonyalîst ya Sûriyê jî, weke rejîma Saddam rojên xwe yên dawî dijî. Êrîşa rejîma Sûriyê ya bi awakî har û bi provakasyonên cihê û pêmayiyên Saddam, bi berxwedaneke hişk ya gelê me rû bi rû ma.

Di vê rewşa heyî de, kurd serkêşiya hêzên ku li hundur li dijî rejîma Baasê di ber xwe didin dikin. Xebata salan yên hêzên welatparêz berhema xwe da, potansiyelek neteweyî, demokratîk û çandî derketiye holê. Kurdistana Başûrê Rojava, piştî rawestandin û hînkariyek dirêj dikeve nav pêvajoyeke nû.

Gelê me ku piştî rûxandina rejîma Saddam moral girt, li hemberî kiryarên hovane yên Baasê dengên xwe bilintir kir û tevgerên berxwedanê yên berfireh derxist holê. Di demên dawî de, li Kurdistanê û bajarên mezin yên Sûriyê weke Şam û Helebê ku Kurd lê gelek niştecî ne çalakî û protestoyên girseyî pêk anîn.

Bi vê berxwedanê de, gelê Kurd ku demek dûr û dirêj di bin wê tadê û zoradarêyê de bêdeng mabû, careka din ji hemû cîhanê re nîşan da ku ew dê bi hêsanî serê xwe ji rejîma Baasê re netewîne. Rejîma Baasê xwest ku bi hêzên leşkerî ve berxwedanê bipelçiqîne, bi dehan welatparêzên Kurd kuştin, bi hezaran jî avêtin zindanan. Hê jî, rewşa gelek mirovan ne diyar e û tu agahdarî ji wan nayê girtin. Çalakiyên berxwedanê yên ku li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Efrîn, Kobanî, Amûdê û li bajarên din yên kurdan derketin holê, nîşan dide ku rojên dawîlêanîna rejîma Baasê nêzîk dibe. Ji aliyê îstîxbarata Sûriyê (El Muxaberat) ve revandin û kuştina oldarê welatparêz Şêx Maşûq Xiznewî bû dilopa dawî. Bi sed hezaran kes beşdarî cenazeyê Şêx Maşûq bûn. Rejîma Baasê ya Sûriyê, weke nîrê melayên Îranê, di qada navneteweyî de her ku diçe tenê dimîne, di encama zêdebûna zixtan, di hinek waran de gavan bi şûn de davêje. Ev rewş, cesaretê dide gelê me yê vî perçeyî û hêzê dide têkoşîna wî.

Kurdistana Bakur bû qada şerekî dijwar yê wêranbûnê

Pêvajoya ku li Kurdistana Bakur heyî, pêvajoyeke ku bi guherandinên tevlihev yên erênî û neyînî de lihevpêçayî û paradoksal e. Divê mirov van guherandinên neyênî, weke du katagoriyan, yên objektîf û subjektîf binîrxîne. Kurdistan bû qada şerekî pir dijwar. Rûxandinên aborî, civatî, demografîk û çanda civatî ku ji ber şerên bi salan domkir pêk hatin, li Kurdistanê guherandinên neyênî yên objektîf in. Divê di vî warî de, lêkolînek berfire û ciddî li ser bingehê rastiya bûyeran bê kirin. Tê pejirandin û bawerkirin ku di nav 20 salên dawî de, 5 hezar gund hatine şewitandin û xerakirin, 4 milyon kes bi darê zorê ji axa xwe hatine koçberkirin, di seranserê şer de bi şewitandina daristanan û karanîna çekên kîmyayî ve bi hawekî balkêş xwezaya Kurdistanê hatiye xirakirin û di warê civatî de jî pirsgirêkên mezin derketine holê; asîmlasyon û bişaftin dijwartir bûye, bi gelemperî mîzana aboriya civatî ya civata Kurd xera bûye.

Koçberî, ji gundan ber bi bajaran, ber bi Anadolê û ber bi Ewropa ve pêvajoyeke sê alî ye. Gelek bajarên Kurdistanê ji ber vê koçberiya ji gundan hatine, nayên nas kirin. Bêkarî, xizanî û pirsgirêkên ku ji ber van derdikevin, rê li ber kaos û tevliheviyek mezin ya civatekî vekiriye. Di vê demê de, girseyek ji nişteciyên kurdan ku hejmara wan bi milyonan tê ziman, koçberî Anadolê ya Rojava bûn. Derdorên gelek bajarên Tirkiyeyê bi rûniştevanên kurd ve hatine dagirtin. Kurd, li van deveran, bi diravên herî kêm û di karên giran û herî pîs de tên xebitandin. Dîsa di vê demê de, tevî gelek kadroyên siyasî û rewşenbîran jî bi hezaran kes di serî de welatên Ewropayê, mecbûr man derkevin derveyî welêt. Ne tenê mirov ji Kurdistanê zorgeyê koçberiyê hatin kirin, her weha sermaye û kesên pispor û jêhatî (koçberiya mêjî) jî mecbûr hate hiştin ku dev ji welêt berdan. Li Kurdistanê, hewildan û karsaziyên dewletê rawestiyan, her weha gelek ji karsaziyên bi sînor yên cî jî hatin girtin; ticaretê zirarek mezin dît. Di vê pêvajoyê de, li derên ku şer lê hebû, di warê bingehîn yên aborî ya civata Kurd de, di warên çandinî û heywanxwedîkirinê de derbe û zerarek mezin dît.

Civata Kurdistana Bakur heta salên 1980yî jî, heta radeyekê civateke ku di pêvajoya guherandinê ya ku têra xwe dikir û civateke girtî bû. Tevî ku bazareke kolonî bû jî, bi taybetî di warê çandinî û sewalxwedîkirinê de, bi giranî têra xwe dikir. Şer û encamên wê, siyasetên ku dewletê di wê demê de xistin jiyanê, ew îstîkrara nisbî ya hebû jî xera kir. Aboriya xwezayî, civatî, demografîk û çandî ya civata Kurd birînên mezin xwarin. Bişûndeanîna nişteciyên ku ji Kurdistanê hatine koçberkirin, koçberiya mejî, sermiyan û gelek dînamîkên din ne bê mecal be jî, pirsgirêkeke gelek zahmet e û wê demek dirêj bigire. Demografiya welêt bi dijwarî birîndar bûye. Siyaseta dewletê ya ji bo kavilkirin û bêmirovhiştina gundên Kurdistanê, bi giranî bi ser ket. Di jiyana civatekê de, birîna herî mezin ku nayê girtin koçberiya bi darê zorê ye. Ev rûxandin, di warê civatî, çandî û ehlaqî de çê bûn, rê li ber dejenerasyonê vekir; rûmetên civatê hejar kir; nexweşî û tengezariyeke civatî afirand. Ji nû ve avakirina mîzanên navxweyî projeyên mezin, hewildanên dijwar û demeke dirêj dixwaze. Asimilasyona ku di van salên dawî de her ku diçe dijwartir dibe, li ser ziman û nasnameya kurdî zerar û tahrîbatên pir mezin çê dike.

Redkirina mîras û meyla ber bi Tirkiyeyîtiyê

Ji aliyê din ve, di warê subjektîv de jî, di tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de, di salên 1980î de di qada siyasî, îdeolojîk û stratejîk de demeke înkar, mihandin û şûdemayinê dest pê kir; ev pêvajo di salên 1990î de kûrtir bû û heta roja îro jî dom dike. Di vê pêvajoyê de, dev ji gelek nerînên bingehîn, yên ku di salên 1970yan de hatibûn afirandin, hatin berdan. Li gora dîmena gelemperî ya îro, bêyî hinek rêxistinên ku marjînal mane û hinek rewşenbîran, derdora siyasî û rewşenbîrên kurdan bi hawekî vekirî nexwiya ye ku bê çi dixwazin. Gelek kadroyên pêşeng ku di salên 1970yan de, di afirandina nerînên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de xwedî ked bûn jî têde, aliyên berfireh yên siyasî û rewşenbîrên kurd, çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê, di nav sînorên Tirkiyeyê (mîsak-î Mill-î) de, weke pirsgirêkeke ”mafên nasname û çandî” dibînin.

Lê derdora siyasî û rewşenbîrên ku serxwebûna Kurdistanê diparêzin ketine rewşeke marjînal. Li gor vê bîr û bawerêyê, pirsgirêka yekîtiya Kurdistanê ji xwe ne di rojevê de ye. Heta di nerîna hinekan de, parastina serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê, ji xwe ji xewn û xeyalperestiyê pê ve ne tiştekî din e. Di bilezkirina vê pêvajoya înkar, mihandin û şûndaçûyîna tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê îro dijî de, tesîr û roleke mezin ya gotarên `komara demokratîk`, `nasnameya destûrî` û `mafên çandî` yên ku ji pêvajoya Îmrali yê ve destpêkir heye. Lê, ev pêvajo ne ji niha ve dest pê kiriye. Tiştê balkêş ev e ku di eslê xwe de, nerînên ew kesên vê pêvajoyê dijîn ku di rû de li dijî pêvajoya Îmrali xwanê dikin û pêvajoya Îmraliyê, di warê siyasî de di yek cihokê de diherikin û dighêjin yek encamê.

Ji xwe ji hêlekê ve daxwaza delweta Tirk jî ev e. Li gora xwe êdî rêyeke `çareseriyê` ya dewleta Tirk jî heye. Ji ber ku, dewleta Tirk, dibêje `ez realîta kurdan nas dikim`, lê, çareseriya pirsgirêkê di nav Misak-î Millî de û di çarçeweya `nasnameya destûrî` û `mafên çandî` ya li gor şîrova xwe dide pêş. Ango, êdî li gora xwe siyaseteke çareseriyê ya dewleta Tirk jî heye! Nerîna `komara demokratîk` bi awakî nû îfadekirina vê siyeseta bihevkelandin û asîmlasyonê ye.

Lê ciyê xemgîniyê dîmena bereya kurd bi xwe ye. Yên ku berê hêzên welatparêz yên Kurdistana Başûr bi ”otonomîperestiyê” rexne dikirin, îroj êdî `otonomiyê` jî realîst nabînin. Ji aliyê din ve hêzên Başûr ku heta salên 1990î otonomî diparastin, îro armanca herî kêm federasyonê dibînin. Ev muqayesa bi xwe jî dide diyarkirin ku bê daxwazên siyasî yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistana Bakur ji ku hatiye ku. Divê li ser sedemên vê yekê baş bê rawestandin. Ew kadro û derdorên bêyî ku lixwerexnegirtinek ber bi çav bikin û li ser navê `realîstbûnê`, pêvajoyeke ewçend guherandinên siyasî dijîn, di bingehê xwe de sedemên hebûna xwe yê neteweyî û siyasî înkar dikin. Redkirina bidestxistin û berhemên ku bi berdêlên giran hatin pêk anîn, tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê xistiye rewşeke ku nayê nas kirin.

Netweyê Kurd çi dixwaze, rêxistinên Kurd pêşerojek çawa pêşniyar dikin, berpirsiyarî û wezîfeyên siyasetvan û rewşenbîrên kurdan çi ne? Di vê pêvajoyê de em tê de derbas dibin de, divê bersîva van pirsan bê dan. Civateke ku daxwazên xwe zelal û vekirî neyne holê, nikare pêşeroja xwe ava bike. Pêşî, divê kurd zanibin bê çi dixwazin.

Nerînên bingehîn yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê îro jî jîndar in

Di warê siyasî û neteweyî de, heta radeyekê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê kirîzeke kesayetî û nasnameyê dijî. Ji nîvê salên 1980yî vir de, di nerînên bingehîn û rûmetên şoreşgerî de pêvajoyeke hilweşandin, dejenerasyon û înkara mîrasê tê jiyandin. Êdî, peyivandina li ser mijarên weke netewe, welat, serxwebûn, yekîtî, rêxistiniya îlegal, têkoşîna çekdarî, têkoşîna çînî, sosyalîzm, kapîtalîzm-emperyalîzm, hevkariya navneteweyî, di nav derdorek gelek berfireh de, çi bêje bûne mijarên tabû. Tevgera neteweyî ya Kurd ji salên 1980yî vir de pêvajoyeke guherandina stratejîk dijî. Armancên stratejîk yên netweyê Kurd, bi demokratîkbûniya Tirkiyeyê û di vê pêvajoyê de bi siyaseta bidestxistina hinek mafên çandî ve tê girêdan.

Çareserkirina pirsgirêkê ya li ser bingehê cografiyeke siyasî, neteweyî û welatî, her ku diçe tê red kirin. Ji aliyekî ve pevajoya neteweyîbûnê geştir dibe, lêhûrbûna netweyî û siyasî ya civata Kurd berfirehtir dibe; ji aliyê din jî di nav beşekî girîng yê siyasî û rewşenbîrên Kurd de, meyla ber bi `Tirkiyebûyînî` pêş dikeve. Ev pêvajoke paradoksal e. Li gor hinekan siyasetkirina di nav sînorên ku dewletê diyar kiriye, ”siyaseta rasteqîn“ e. Ji aliyê din jî di warê îdeolojîk de rastgêriyeke întensîv serdest bûye. Dewsa hêjayiyên şoreşgerî înkarkirin, egoîstî, pozbilindî, popilîzm û hwd girtine.

Divê tevger ji vê pêvajoya paradoksal rizgar bibe; di warê siyasî de ji nû ve xwe bipesinîne, armancên xwe zelal diyar bike. Bêyî ku bi siyateke rast mudaxelaya pêvajoyê bibe, ev paradoksala tê jiyandin, xetimandina siyasî û bêçaretî çareser nabe. Heta ev neyê kirin, ji bo pêşerojê jî programek rast nayê çêkirin.

Li gora me, nerînên bingehîn yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê û armancên wê, di rastiya xwe de îro jî jîndar in. Ew nerîn û armanc rast in û divê xwedî lê bê derketin. Bi vê maneyê, xwedî li nerînên bingehîn yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê û ew hêjayiyên şoreşgerî yên ku bi berdêliyên mezin pêkhatine derketin û bi biryar parastina wan yek ji wezîfeyên me yên bingehîn e.

Ji bona vê yekê jî, pêwistî bi lêhûrbûniyeke siyasî û dîrokî ya berfireh heye. Bi gelemperî, nirxandina sedsala 20an û bi taybetî jî lêhûrbûna derbasbûna nêzîk wezîfeyeke xweser e. Divê xeta û serneketinên sedsala 20an, herweha serketin, destketin, fêrbûn û tecrûbeyên wê bêne ronî kirin. Divê bi alikariya tecrûbeyên sedsala 20an, programa tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ya destpêka sedsala 21an ji nû ve bê amade kirin.

Îradeya netweyê Kurd nakeve bin îpotekê

Eslê pirsgirêkê, pirsa welat û netewe ye

Divê pêşî pirsgirêk serast bê danîn. Li gor me cewher û kakilê pirsgirêkê pirsa welat û netewe ye. Do jî bingehê pirsgirêkê ev bû, îro jî ev e; heta ev pirsgirêk li gor vê rastiyê neyê çareser kirin, wê sibê jî weha be.

Di vê dema ber bi sedsala 21an de, pirsgirêka kurdî êdî ne tenê pirsgirêka Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrîyê ye; ew pirsgirêkek bi hemî aliyên xwe ve pirsgirêka herêmê û heta bûye pirsgirêkek navneteweyî. Emerîka, Yekîtiya Ewropa, Rûsya û gelek dewlet û dezgehên din aliyên vê pirsgirêkê ne. Di seranserî sedsala 20an de, di qada navneteweyî de, siyaseta çaresernekirina pirsa kurdî desthilatdar bû. Vê gavê jî, yek ji sedemên bingehîn yê vê çaresernekirinê ev e.

Weke netewe û welat, rewşa dîrokî ya kurdan di sedsala 20an de nehatiye guherandin. Kurdistan weke koloniyeke kilasîk ya navneteweyî derbasî sedsala 21an kirin. Neteweyê Kurd bi çar perçeyan ve hate perçe kirin; ji azadî û serxwebûnê bêpar kete sedsala 21an. Netweyê Kurd, bi vê rewşa xwe ve, yek ji wan civatan e ku bi vî awayî derbasî sedsala 21an dibe. Bê guman, ev ne çarenûsiyeke dîrokî ye. Divê Kurd vê rewşa xwe ya dîrokî biguherin û di sedsala 21an de, bi awekî azad û serbixwe di nav civatên azad yên navneteweyî de ciyê xwe bigirin. Ev him mafê gelê Kurd e û him wezîfeyeke dîrokî ye. Herweha, bi ketina sedsala 21an, divê êdî ji pirsgirêka Kurd re di radeya navneteweyî de çareseriyek bê dîtin.

Îro jî armanca me, weke welat û netewe, pêkanîna rizgariya Kurdistanê û netweyê Kurd e. Dem, dema şoreşa neteweyî û demokratîk e. Di vê pêvajoyê de, divê armanca tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, Kurdistanek serbixwe be.

Bê gumn Kurdistana serbixwe ne armanceke ku bi asanî pêk were. Ev dê di rêyeke bi ketin û rabûn ya dûr dirêj de derbas bibe û têkoşînek dijwar jê re divê. Di vê rêya serxwebûnê de, li gor rewş û mercên dîrokî, em dê di gelek rawestek û navqonaxan de derbas bibin.

Weke prensîp, di rêçûyina ji bo armanca bingehîn de tu çareserêyên demî yên weke otonomiya çandî, otonomiya herêmî, federasyon û hwd nayên red kirin. Herweha teva mafên çandî jî tu destketin nayê biçûk xistin, kêm dîtin û red kirin. Ji ber ku her destketin di vê rêyê de pêngaveke girîng e.

Em weke rêxistin, di rewşa îroj de, serxwebûnê armanceke programî dibînin. Em bawer dikin ku bingehê wê yê dîrokî hene û daxwaza bingehîn ya netweyê Kurd jî ev e. Lê di vî warî de xwediyê rastî yê biryarê netweyê Kurd bi xwe ye. Tu rêxistineke siyasî nikare xwe têxe (divê nexe) şûna gel/netewe û programa xwe jî nikare têxe (divê nexe) şûna iradeya gel/netewe. Gava şert û mercên wê yên dîrokî hatin amade kirin, di rewşeke demokratîk de, wê netweyê Kurd bi rêya referandûmê çarenûsa xwe bi destê xwe ava bike. Ji aliyê din ve, misogerkirin û ji niha de weke şertekî pêşkêşkirina `federasyonê` yan jî rêyek din ya çareseriyê, îpotekkirina li ser îrada gelê Kurd tiştekî nayê pejirandin. Tu qeyd û şerd li ser mafê netweyê Kurd yê pêşeroja xwe bi destê xwe tayin kirinê nayê danîn. Li gor me, çareserkirina pirsgirêkê ya dawî, bi avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê mumkun e. Ji ber vê jî, TDK-Tevger, bi awayê programî ve dewleteke kurdî ya serbixwe diparêze.

Bi awakî giştî, mirov dikare bêje ku daxwaza kurdan ya dîrokî û heta ya îro jî ber bi Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî ye. Lê şertên dîrokî dikare bi awayên cihê bê guherandin. Mercên dîrokî, dikarin kurdan di bin sîwana dewleteke neteweyî de bînin ba hev, her weha dikare di her perçeyî de weke dewletên neteweyî yên cihê jî derxîne pêş. Heta şert û merc dikarin federasyonên bi neteweyên ku li Tirkiyeyê Îran, Iraq û Sûriyê serdest in re jî bîne rojevê. Ji ber vê yekê, di têkoşîna ji bona Kurdistaneke serbixwe -û wek armanceke dîrokî welatekî yekgirtî- de, gava şert zorge bikin, em çareseriyên navqonaxî weke federasyon û otonomî jî red nakin.

Federasyon û otonomî bi rastî jî her yek ji wan çareseriyek demî û navqonaxî ye. Ji ber ku, li cîhanê tecrûbeyên federasyon û otonomiyên ku hebûn nîşan dan ku ew ji bo pirsgirêkên neteweyî ne çareseriyên daîmî ne. Yekîtiya Sovyetan, Yogoslavya, federasyon û otonomiyên li Ewropa Rojhilat hebûn tenê ji bona demeke taybet, bûn çareserî. Pêvajo ber bi serxwebûnê ye, ji ber ku daxwazên dîrokî yên neteweyên bindest ber bi dewletên serbixwe ve ye. Ev rewş ji bona Kurdan jî derbas dibe.

Divê mafên kurdên li metropolan dijîn bên garantî kirin

Kurd weke welatê xwe netweyek parvekirî û perçekirî ye. Li dervî axa Kurdistanê jî hejmarek mezin ya rûniştevanên kurd heye. Ji ber şer, bi darê zorê ji ciyên xwe rakirin û li deverên din bi cih kirin, bêmirovhiştina cografya Kurdistanê û koçberiya bi darê zorê ku bûye siyaseta dewletên kolonyalîst; herweha ji ber pirsgirêkên aborî, civatî û hinek sedemên din yên dîrokî, ji Kurdistanê ber bi dewletên cîran ve hertim koçên mezin hatine jiyandin. Îro, di hinek herêm û bajarên metropolan yên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye`yê de nifûseke mezin ya kurdan hene. Tevî ku di dest de hejmarên misoger yên îstatîstîkî tunene jî, bi milyonan kesên kurd di serî de li Stenbol, Ankara, Îzmîr, Antalya, Mersîn, Edena, Bûrsa û hwd bajarên mezin li gelek herêmêm Anatolyayê (Tirkiyeyê) belavbûne û li van deveran niştecî bûne. Kurdên Anatolya Navîn, ji wan kurdên ku di nav van dused salên dawî de hatine koçberkirin pêk tên. Heta li hinek herêman piraniya şêniyan ji kurdan pêk tên. Kurd li herêma Behra Sipî, bi taybetî li bajarên wek Îskenderûn, Edene, Antalya di tevayiya şêniyan de xwediyê nifûsek mezin in. Koçberî û bi darê zorê koçberkirin, ji ber şer di salên 1980yî û 1990î de gelekî zêdetir bû. Dewleta Tirk di `siyaseta xwe ya bêmirovhîştina Kurdistanê` de bi giranî bi ser ket.

Bi gelemperî tê zanîn ku kurdên ku li Anatolyayê dijîn, di warê aborî û civatî de di şertên pir xirab, dijwar û giran de dijîn. Lê li van deran jî pirsgirêka bingehîn ya nişteciyên kurdan, nenaskirina nasnameya neteweyî û xwebirênexistinkirina bi nasnemaya neteweyî ye; bêparbûna ji mafên çandî û demokratîk e. Kurdên li van deran bi şertên ku nasnameya xwe ya neteweyî inkar bikin, dikarin ji hinek mafên siyasî û demokratîk fêde bibînin. Kurdên li metropolan dijîn, ji ber encama siyaseta bişaftin û tirkkirina dewletê, şertên pisîko-civatî ya giran, bi leztir û dijwartir tên bişaftin; ji hêjayî û nasnameya netweyê xwe bi dûr dikevin û di nav piraniyê de dihelin. Ji aliyê din ve, kurdên ku li metropolên Tirkiye dijîn, komkujî jî di nav de, hergav bi tehlûkeyên ciddî û çavtirsandinan rû bi rû ne.

Divê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, ji bona mafên demokratîk û neteweyî yên kurdên li herêm û bajarên cuda yên Anatolyayê dijîn, pêşniyar û çareseriyên berbiçav bikin û her weha xwediyê bernameyek vekirî bin. Li Anatolyayê (Tirkiyeyê) kurd, di nav netewe û kêmeneteweyên jîndar de bûye kêmenetweyê herî mezîn. Loma jî divê çareseriya pirsgirêkê û bernama wê li ser vî bingehî bê amade kirin. Li Anatolyayê, Kurd kêmeneteweyek mezin e. Bi vê maneya, pirsgirêka Kurd, her weha di warê coxrafîk de jî pirsgirêkeke bingehîn ya Tirkiye ye. Peyman û belgeyên navneteweyî ji bona kêmeneteweyên din çi mafan nas dikin, divê ji kurdan re jî ew maf bên nas kirin. Ev jî, di rewşa kêmeneteweyan de çareseriya nasîna mafên demokratîk û neteweyî ye. Mafên demokratîk û neteweyî yên kurdan û kêmeneteweyên din, divê di serî de bi destûra bingehîn û bi qanûnan bê parastin û di jiyanê de jî bê bi kar anîn. Li ser bingehê pejirandina hebûna cihêtiya neteweyî, olî û mezhebî, parastina mafên wan û di pratîkê de pêkanînên wan mafan; ji nû ve hûnandina dewletê ya li ser asasê demokrasiyeke berfireh pêdiviyeke dîrokî ye.

Siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên li Anatolyayê dijîn, çi berê û çi jî îroj di tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de xwedî cih û roleke taybetî ne. Bê guman, wê di pêjerojê de jî cih û roleke wan ya taybetî hebe. Di destpêka sedsala 20an de Stenbol, navendeke girîng ya siyaseta tevgera neteweyî ya kurd bû. Mirov dikare bêje ku tovê tevgera neteweyî ya modern ya kurd li vê derê hate avêtin. Piştî salên1960an jî, Stenbol, Anqere û hinek bajarên metropolê yên din, di rêxistinkirina demokratîk û siyasî ya kurd de, di warê çapemenî û weşanê de, di amadekirina kadroyan de û hwd di gelek waran de, xwediyê ciyekî taybetî bûn. Îro jî girseyek mezin û berfireh ya siyasî û rewşenbîrên kurdan li wir heye. Herweha, di vî warî de jî, divê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, ji bona herêmên metropolan bernameyeke nû amade bikin.

Kurdistana yekbûyî armanceke dûr û dirêj e

Kurd, civateke dîrokî ye ku di rewş û mercên kolonyalîtiyê de, pêvajoya netewebûniyê dijî. Kurdistan welatek e ku bi darê zorê bi çar perçeyan hatiye par ve kirin; Kurd jî neteweyek e ku bi zorê hatiye perçe kirin. Di nav perçeyan de, cudayiyên aborî, civatî, siyasî û heta ziman û çandî jî hene. Ji ber vê parvekirinê, têkoşîna siyasî jî bi awe û sewiyeyên cuda tê domandin. Kurdistana Başûr di rastiyê de ber bi dewletbûnê ve diçe; lê kurdên perçeyên din hêjî ji mafên herî basît û xwezayî yên mirovayetiyê jî bêpar in. Di vê rewşa dîrokî ya heyî de, ji ber vê rewşa perçebûyî ya netewe û welêt, di programa rêxistinên siyasî de, bi giranî meyla ku her perçe pirsgirêkê di nav xwe de çareser bike tê dîtin. Ev jî teqabulî lêgerîna li her perçeyî dewleteke serbixwe, federasyon yan jî otonomiyê dike.

Rewşa perçebûniyê, rastiya welatbûniyeke dîrokî ya Kurdistanê di Rojhilatanavîn de ji holê ranake. Kurdistan, dîrokî jî welatê kurdan û gurûbên etnîkî yên li ser vê axê dijîn e. Yekîtiya Kurdistanê û kurdan mafekî dîrokî, neteweyî, siyasî û dadmendî ye. Ev ne bi tenê ji bona kurdan û welatê wan e, mafekî xwezayî yê her gelî û neteweyî ye. Ji ber vê yekê jî em mêldar û dilxazên yekîtiya hemû gel û welatên perçebûyî ne.

Yekîtiya Kurdistanê û netweyê Kurd ne bi tenê mafek e, herweha ji bona kurdan armancek e jî. Pirsgirêk, pirsgirêka ku wê ev maf çawa bê xebitandin û bi çi awayî bighêje vê armancê. Ji ber vê jî, pirsgirêka yekîtiya Kurdistanê, divê weke aramceke ji armancên dûr yê programa tevgera neteweyî û demokratîk bê dîtin. Pêkhatina vê armancê, bi rewşên dîrokî û di wan rewşên dîrokî de bi îradeya neteweyê Kurd ve girêdayî ye. Yanî, pirsgirêka pêkanîna yekîtiya kurdan weke welat û netewe pirsgirêkeke demeke dirêj ya dîrokî ye. Îstiqameta vê pêvajoyê, bi rewşa têkoşîna kurdan, bi hêz û hestê hundurî yê civata kurd, bi bandora derve û bi awakî giştî, bi rewşa navneteweyî ve girêdayî ye. Pirsa yekitiyê, encax piştî rizgarkirina du perçeyan dikare were rojevê.

Yekîtî û hevkariya nav rêxistinên kurdan yên her çar perçeyan

Yekîtiya Kurdistanê xewneke mezin ya bêdawî ya kurdan e. Her ku kurd jiyana azadî û serbixwe bi dest bixin, wê ev daxwaz jî mezintir bibe. Wezîfeya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê vê daxwazê zindî bihêle, pêş ve bibe û ji niha ve ji bo pêkanîna şertên dîrokî yên yekîtiyê bixebite.

Ev jî, ji niha ve bi rêvebirina siyaseta nava rêxistinên kurdan yên her çar perçan ve girêdayî ye. Ji bo avakirina şertên yekîtiyê yên dîrokî, awayê girêdana têkiliyên rêxistinên her çar perçeyan, siyaseta yekîtî û hevkariyan, him ji niha ve û him jî di pêşerojê de, pir girîng in. Berya her tiştî, divê yekîtî û hevkariyên di nava rêxistinên her çar perçeyan de, weke têkiliyên nava hêzên demokratîk û welatparêzên yek neteweyê bê dîtin. Pêwist e ku ev têkilî, li ser bingehê biratî, yekîtî, hevkarî, ji zor û zordariyê dûr; têkiliyên li ser asasê rexnekirin û xwerexnegirtin yên demokratîk û dostane bin. Divê pirsgirêk û dijayetiyên hundurîn bi rêyên aştiyane û demokratîk bêne çareserkirin. Pevçûnên hundurîn û şerên biratiyê bi carekê ji holê bê rakirin û qedexekirin; di vî warî de, divê biryarên pirensîbî bên girtin. Di rastiya xwe de, divê qanûneke neteweyî ku têkiliyên rêxistinên demokratîk û welatparêz yên her çar perçeyan sererast bike bê amade kirin û ji gengeşîkirina hemî rêxistin û raya welatparêz ya kurd re bê pêşkêş kirin. Bi vê ve girêdayî, pêwistî bi avakirina rêxistiniyeke ku têkiliyên her çar perçeyan sererast bike, li çareserkirina pirsgirêkan bigere, pêşniyaran pêşkêş bike û vatiniya şêwirdariyê pêk bîne jî, heye. Awayê avayiyeke weha, berpirsiyariyên wê, bikaranîna wê û hwd di encama hevdîtinan de û bi lihevkirinek hevbeş tê zelal kirin.

Ya girîng ew e ku li gor armancan hilbijartina navgînan e

Divê têkiliyên navbera armanc û rê û navgînên digehîjîne armancê rast bêne têgihîştin. Armanc rizgarkirina netweyê Kurd e. Tespîtkirina rê û awayê pêkanaîna vê armancê girîng e û pirsgirêkeke ku ji berê ve li ser tê gotûbêj kirin. Rêxistiniya veşartî, şerê çekdarî yek ji van rê û navgînan e. Di vî warî de, berê çewtiyên girîng hatin kirin. Di warê rêxistinî û awayên têkoşînê de lênerînên sivik hatin parastin, rêxistiniya veşartî û şerê çekdarî hatin fetîşe kirin. Îro jî di vî warî de sergêjiyek tê jiyandin û hinek alî di nav şaşiyan de ne.

Rêxistinî yek ji mafên bingehîn e ku dev jê nayê berdan. Rêxistinî ji bona gihîştina armancê yek ji navgînên bingehîn e. Ji bona bindesthîştina gelek, neteweyek, civatek, gurûbek û hwd rêya herî kin û serketî ji destgirtina mafê rêxistiniyê ye. Ji ber vê yekê ye ku ji berê heta îro siyaseta qedexekirinên ku ji aliyê dewleta Komara Tirkiyeyê ya kolonyalîst ve li ser netweyê Kurd tên bikarhanîn de, ya pêşî qedexekirina rêxistiniyê tê.

Lê, mafê rêxistiniyê ya tu civatan nikare bê rawestandin. Yên ku azadiya rêxistiniyê ji destên wan tê girtin, zorgeyî rêyên din dibin. Ji ber ku li dijî qanûnên rejîmê ye, jê re `rêxistiniya îlegal` (rêxistiniya neqanûnî) hatiye gotin.

Kurdan, li ser bingehê nasnameya xwe ya neteweyî şertên rêxistiniyeke azad û demokratîk nedîtine. Dewletê, tim wan ber bi rêxistiniya `îlegal` dehf dane û heta wan zorgeyî vê yekê kirine. Yanî, rêxistiniya veşartî, ne rêyeke ku kurdan bi daxwaza xwe serî lê daye; lê tenê ev ji wan re hatiye pêşkêş kirin. Kurd bi gelemperî, heta îro bi awakî veşartî birêxistin bûne. Ji ber vê jî, kes nikare ji bona ku kurdan xwe bi awakî weşartî birêxistin kirine, gunehkar bike, Her tiştê ku ji zorgeyî pêkhatibe aliyekî wê yê kêm heye. Bê guman, metirsî û hinek encamên ji ber rêxistiniya veşartî ku ji ber zorgeyiyê pêk hatiye jî derdikevin hene. Ji bona ku kurdan xwe bi awakî veşartî bi rêxistin kirin, şaşî nekirine; ji ber ku rêyek din ya ku hilbijêrin ji wan re tunebû. Lê belê, gava rêxistiniya îlegal, di nava xwe de bi `rîxistiniyek veşartî` ya qebe ve hate guhestin; rewş bi awakî neyînî bûye rewşeke ciddî. Ji xwe rêxistiniya veşartî, rêxistineke ku mekanîzmên demokratîk pir bi hindikî tê xebitandin û ji kontrola derve û çavdêriyê re girtiye. Ger ev bi awakî dijwar bê jidandin û fetîşe kirin, wê ew xebitandina nisbî ya demokratîk jî bi tevayî ji holê bê rakirin. Berê, di nav tevgera neteweyî û demokratîk de xeletiyên weha hatin jiyandin.

Di vî warî de, divê mirov xwediyê helwesteke prensîbî be. Tevî hemû encamên metirsiyan jî, ji bingeh de redkirina rêxistiniya îlegal ne rast e. Yek jî, ji xeletiyên ku îro tê kirin ev e. Gelek kadroyên kevn yên ku ji rêxistiniyên veşartî hatine jî di nav de, derdorek berfireh hema çi bêje serkaniya hemû xirabiyan, rêxistina îlegal dibînin. Heta, hinek kes hene ku ji bona xebata demokratîk ya hevbeş, ji kadirên ji kevneşopiya rêxistinên veşartî tên re sînoran datînin. Lê belê damezrêner û serkaniya herî mezin ya potansiyela neteweyî û demokratîk ya îro rêxistinên kurd yên îlegal bi xwe ne.

Bê guman rêxistiniya veşartî ne mutleq e. Ev, bi dem û rewşê ve girêdayî ye. Di hinek dem û rewşan de, tu nikarî ji rêxistiniyên veşartî bireve. Dewlet û avayiyên ku bi salan vekirî xebitîne dahî, di hinek şert û mercên taybetî de, neçar dimînîn ku hinek xebatên xwe veşêrin. Di rêxistiniyên weha de, ya girîng ew e ku bi dijwarî hewl bê dan ku mekanîzmên demokratîk bêne xebitandin, çavdêrî û kontrol bê pêk anîn, riya rexne û xwerexnekirinê vekirî bê hîştin. Di rêxistinên ku mekanîzmeyên demokratîk naxebite de, her ku diçe îlegalîteyeke req û hişk desthilatdar dibe, desthilatdariya biryar û gotinê, di destê kesekî ya jî hinek kesan de dicive: di şûna têkiliyên rêxistinî de têkiliyên şexsî û tarî cîh digrin; di dawiya dawî de avayiyên xerîb û ecêb derdikevin holê.

Têkoşîn bi her awên xwe ve pêvajoyeke jîndar e

Di warê awayên têkoşînê de jî weke do îro jî çewtî tên kirin. Jiyan jîndar e, civat dînamîk e, pêşketinên dîrokê bi çivonek in. Ti navgîn û awayên têkoşînê tuneye ku li her dem û di her rewşê de hertim bê bi kar anîn. Yên ku navgîn û awayên têkoşînê destnîşan dikin şertên dîrokî yên wê pêvajoyê ne. Ev li gor deman û civatan cudabûn nîşan dane. Di nav van cudabûniyan de, di seranserê dîrokê de gelek awayên têkoşînê, gelek awayên li ser bingehê zor û şidetê, herweha şerê çekdarî, bi berfirehî serhildanên civatî, berxwedanên pasîf, têkoşînên demokratîk û bêhejmar awa û navgînên dewlemend yên têkoşînê hatine bi kar anîn. Şerê çakdarî tenê yek ji van awayên têkoşînê ye.

Weke rêxistiniya veşartî, di warê awa û navgînên têkoşînê de jî kurd tim zorgeyî awayê li ser wan hatiye ferzkirinê bûne. Kurd di dawiya sedsala 19an û di seranserê sedsala 20an de tim ketine nav tevgerên berxwedanên çekdarî. Gava mirov sedemên wan vedikole, siyaseta zorgeyî ya dewletên kolonyalîst derdikeve pêşiya me. Kurdan bi azadî rêya têkoşîna çekdarî hilnebijartine, ew tim hatine zorge kirin. Kurd ji ber xwedînebûna rewşa têkoşîna demokratîk û qanûnî, ji bona bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û demokratîk û ji aliyê din ve, ji bona xwe parastina li hember êrîşkariyên dewletên kolonyalîst serî li şerê çekdarî dane. Di vê çarçovê de, di têkoşîna azadiya xwe de ji bo ku gelê Kurd neçarî şerê çekdarî bûye; ev yek meşrû ye û mafê gelê Kurd e.

Bê guman, awayên têkoşînê yên li ser asasê zor û zordariyê, bi gotina rojane şerê çekdarî, qet ne rêyeke têkoşînê ye ku li gor kêfa dilê yekî be. Pêwist e ku berî biryardayînê li ser pir baş bê rawestandin û encamên wê baş bê hesab kirin. Ji ber ku têkoşîna çekdarî ji bona civatekê mirin, hêstirên çavan û malkambaxî ye. Hele biserneketina têkoşîneke çekdarî, ne tenê bi tiştên madî; herweha di jiyana manewî ya civatê de jî birînên gelekî kûr û rûxandinên malkembax vedike. Îro civata Kurdistana Bakur vê rastiyê heta muyê serê xwe his dike.

Bê guman, divê em di rêyên têkoşînên yên demokratîk û aştî de bi biryar bibin. Lê, teva hemû zahmetî û encamên wê yên neyînî jî eger ji neçarî weke alternatîfek dawî derkeve pêşiyê, şerên çekdarî di qada prensîbî de nayê red kirin jî. Ji ber ku di bin hinek rewşên taybetî de, ji neçarî têkoşîna çekdarî dikare xwe bide ferz kirin; her weha di warê siyasî û dadmendî de, aliyê wê yê mafdarî jî heye. Di gelek belgeyên navneteweyî de û di vê navberê de, di beyannameya mafên mirov de ciyê vê yekê heye. Li gora vê, civatek ku di bin darê zordariyê de be, ger bi rêyên dadmendî û demokratîk nikaribe mafê xwe bi dest xîne, ji bona bidestxiastina mafên xwe, li dijî rista karbidestan mafê wan yê serîhildanê heye.

Têkoşîna çekdarî awayekî şer e. Weke ku tê zanîn şer, bi rê û pergalên cuda berdewama siyasetê ye. Sedem û mantiqên şerên nav dewletan jî ev e. Çawa ku dadmendîiyeke şerên nav dewletan hebe, ji bona civatên bê dewlet jî, di rêya li mafgerînê de bikaranîna zorê jî bingehekî wê ya siyasî, dadmendî û felsefeyî heye. Tenê bi şeran çareserbûniya hinek pirsgirêkên mezin rastiyek jiyana dîrokê ye. Devera ku dawî li gotinê tê, çek dipeyivin. Heta carna aştî tenê dikare bi şer ava bibe. Her weha parastina têkoşîna çekdarî, nayê wateya ku divê hitilmitil tu wê têxîne jiyanê. Paşê, têkoşîna çekdarî nayê wê maneya ku divê tu hema rahêle çekan û derkeve serê çiyan. Cîhan, ne cîhana kevn e, Kurdistan jî ne Kurdistana kevn e. Awayê têkoşîna çekdarî ya kilasîk di roja me de, zêde tiştekî îfade nake. Pêşketina teknolojiyê, awayên şerê gerîla yê kilasîk, şerê gel, stratejiya şer ya ji gundan ber bi bajaran ve bê tîn û tesîr hîştiye. Loma jî divê têkoşîna çekdarî di roja me de ji nû ve bê nîrxandin. Di şertên roja îroyîn de, kiryarên siyasî yên neqanûnî û di şert û mercên çalakiyên ku bikaranîna zorê derdixîne pêş, divê di vî warî de bên nîrxandin. Li gel vê pêwist e ku têkoşîna çekdarî ya parastina meşrû û rêya li mafê xwe gerandinê, bi kiryarên terorîstî neyên têkil hev kirin.

Têkoşîna çekdarî pirsgirêkek mezin e; rêyeke ku berpirsiyariyên dîrokî jê tê xwestin; qet ne li gor dilxwestinê ye. Ji bona ku gurûbek, rêxistinek, partiyek tenê bixwaze, têkoşîna çekdarî nayê dest pê kirin. Dijmin, dikare civatek û rêxistinên wê yên siyasî zorgeyî têkoşîna çekdarî bike, heta ji bona vê dikare provakasyonan jî amade bike. Şer di heman demê de, mêzîna hêzan e jî. Bi vê maneyê, şer hostayiyek e. Şerê çekdarî bê guman ji bona serketinê ye, şerê ku mehkûmê wendakirinê ye û dawiya wî ji serîde xwanê ye, bi tenê kêrî dijmin tê.

Pêdiviya bi partiya demokratîk ya neteweyî

Di şert û mercên îro de, ev bêçaretiya siyasî tenê bi rêya rêxistîniya veşartî û têkoşîna çekdarî ya klasîk ve nayê çareser kirin. Di rewşa niha de şertên vê yên navxweyî û derve tunene. Kurdistan êdî ne Kurdistana berê ye. Civata Kurd li gora 20 sal berê, di warê siyasî, aborî, civatî, demografîk de, li cihekî gelek cihê ye. Bi vê ve girêdayî, tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê jî pêvajoyeke nû dijî; tevger jî ewçend piralî bûye û bûye xwediyê potansiyelek berfireh, ku êdî di tixûbên rêxistiniya veşartî de nikare bê sînor kirin. Li gor rewşa îro û pêşketinên Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê, di warê têkoşîna eşkere û demokratîk de, pêwîstiya kurdan ji her demê bêtir bi nasnameya neteweyî xwe birêxistinkirinê û geşkirina têkoşînê ya li ser vî bingehî heye. Ango, di vê pêvajoya îro de, divê kurd bi daxwazên rojane dest pê bike, heta bigehêje armancên pêşerojê, di her warên jiyanê de, bi nasnameya xwe ya neteweyî tev bigere, li ser vî bingehî xwe bi rêxistin bike; her desketinên xwe çi li Turkiyeyê be, çi jî di qada navneteweyî de be bigehîne statuyeke eşkere û dadmendî.

Ji bo kurdan, rêxistiniya vekirî û têkoşîna demokratîk nayê maneya rêxistinî û têkoşîna li gor qanûnên hene. Berevacî wê, divê ev weke rêxistinî û têkoşîneke ji çarçeweya huqûqa heyî der; li ser bingehê nenaskirina qanûnên hene, îhlalkirin û bêkêrhîştina wan qanûnan, bê fêm kirin.

Bê guman di rewşa îro ya Tirkiyeyê de, ne hêsan e ku kurd li ser bingehê nasnameya xwe ya neteweyî, xwe birêxistin bikin. Di serî de destûra bingehî, huquqa dadmendî ya Tirk, qanûn û biryarnameyan û pêkanîna wan, rê û destûrê nade vê yekê. Lê, mafê civata Kurd yê herî pêşî, mafê rêxistiniyê ye. Di serî de mafê rêxistiniya siyasî, divê Kurd di her warên jiyana civatî de, bi nasnameya xwe ya neteweyî xwe bi rêxistin bike, dezgehên xwe ava bikin û bingehên wan yên neteweyî, siyasî û huquqî pêk bînin. Pêvajo vê pêdiviyê derdixîne pêşiya me. Ev, têkoşîneke li hemberî rista huquqa kolonyalîstiyê ye û bi kêmanî bi qasî têkoşîna çekdarî zor e û fedekarêyê dixwaze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1017 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:43:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x