Divê UN 3ê TebaxêWekî Roja Jenosîda Êzdî Qebul Bike

3ê Tebaxê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve wekî Roja Jenosîda Êzdî hatiye diyar kirin.

03.08.2020, Pts - 07:47

Divê UN 3ê TebaxêWekî Roja Jenosîda Êzdî Qebul Bike
Nuçe Belav bike

Îro 3ê Tebax e, Roja Jenosîda Êzdiyan e.

3ê Tebaxê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve wekî Roja Jenosîda Êzdî hatiye diyar kirin.

3ê Tebax di dîroka Kurdan da rojekê reş e, roja jenosîda Kurdên Êzdî ye li navçeye Şengalê, “Ferman” e.

Rêxistina xwinxar û tundrewe Îslamî û terorîsta DAÎŞê, 6 sal berê, di 3ê Tebaxa sala 2014an da êrîş kire ser navçeyê Şengal.

Bi deh hezaran Kurdên Êzdî bûne qurbanê êrîşa hanê, hatin kuştin, warê bav û kalên xwe cî hiştin û di welatê xwe da bûne koçber.

Bi hezaran jin û qizên Êzdî, ku ketine destdirejiya seksî a DAÎŞê, wekî cariye di bazaran da hatin firotan.

Îro jî çarenusa bi hezaran Êzdî, bi taybetî ya jinên Êzdî ne diyar in.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK, bi boneya 3ê Tebaxê carekî dinê jenosîda Şengalê bi tundî mehkum dike û piştgiriya xwe li daxwaza siyasî û civakiya Êzdî radigihine.

PSK, ligel pêşkeş kirina destxweşî li Hikumeta Heremî ya Kurdistanê, ku bona xilas kirina Kurdên Êzdî, ku di deste DAÎŞê da dîl in, gelek hewl da û dide, daxwaz ji Hikumeta Heremî ya Kurdistanê dike, ku di vî warê da pirtir hewl bide.

PSK banga hikumeta Heremî ya Kurdistanê dike, ku bona nasandina jenosîda Şengal di bîrûrayê cîhanê da, bona diyar kirina 3ê Tebaxê wekî Roja Jenosîda Êzdî ji aliye Koma Milletan (UN) ve pirtir kar û xebat bike.

Şengal Kurdistan e û PSK piştgiriya daxwaza Êzdiyên Şengalê dike, ku dixwazin Şengal wekî parezgeh bibe beşek jî Kurdistana Başur.

PSK banga hemu rêxistinên Kurdistanê dike, ku bi hemahangiya Hikumeta heremî ya Kurdistanê ve, bona, ku 3ê Tebaxê bibe Roja Jenosîda Êzdî, bi havra kar bikin.

03 Tebax 2020

Navenda Ragihandin û Çapemenî a PSK


Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 738 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:18:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x