Em Bi Rêzdarî Dr. Qasimlo Bibîrtînin

Sekreterê Giştî yê PDK- I Dr. Abdurrahman Qasimlo di 13.07.1989an de li Viyanayê ji aliyê ajanên Iranê ve hate kuştin.

12.07.2021, Pts - 19:18

Em Bi Rêzdarî Dr. Qasimlo Bibîrtînin
Nuçe Belav bike

Dr. Qasimlo pirsgirêka Kurdistanê bi riya diyalogê dixwest çareser bibe. Ji bo vê sedemê, wî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma Iranî re li Viyanayê maseya muzakereyê danîbû. Lê dewleta Iranê kemîn danîbû ku pirsgirêk bê çareserî bihêle û ji bo Kurdan siyasetmedarekî girîng Qasimlo ji holê rabike. Di encama vê kemînê de, Dr. Qasimlo û hevalên wî hatin qetil kirin.

Di nava qatilên Qasimlo de Ehmedînijad jî hebû, ku demek serokatiya Iranê kiribû. Her çiqas kiryarên kuştinê dihatin zanîn jî, mixabin dewleta Avusturyayê li dijî kujeran tu doz venekir. Lê zû an dereng dewleta Iranê dê hesabê vê cînayetê bide.

Dr. Qasimlo siyasetmedarek têkoşer û rewşenbîr bû. Qasimlo, şeş zimanên biyanî dizanibû û li ser Kurdan lêkolînên zanistî jî dikir. Ew amade bû ji bo doza Kurdistanê û demokrasiyê bihayek mezin bide. Di heman demê de ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya li Rojhilata Kurdistanê de wî peywirên girîng girt.


Zanîn û tekoşîna Dr. Qasimlo têra xwe rejîma Iranê tirsandın. Loma jî wan bêbextî Qasimlo kuştin. Bê guman, qetilkirina şehîd Qasimlo ji bo Kurdan windahiyek mezin e. Lêbelê, partiya wî û Pêşmergeyên wî li ser şopa Qasimlo bê navber têkoşîna xwe didomînin. Qasimlo ji bo ciwanan li her çar perçeyên Kurdistanê mînake.


Di 32. salvegera şehadeta wan de, em Dr. Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin. Em rejîma Iranê şermezar dikin. Dr. Qasimlo dê her dem riya ciwanên Kurd ronî bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:04:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x