Em girtina Birêz Bayram Bozyel protesto dikin. Birêz Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Birêz Bayram Bozyel, ji ber daxuyanîyên di derbarê Helebçeyê, Bibîranîna Şêx Seîd, daxuyanî û çalakîyên Platforma Zimanê Kurdî, hinek nivîsên Kovara Dengê û ji ber xebat û daxuyanîyên li ser navê partîya xwe, bi biryara Mehkemeya Diyarbekirê, roja 15.11.2021ê, bi îthama bêbingeh a ku xwedê giravî Birêz Bayram Bozyel ‘’endamê rêxistina terorê ye’’ hatîye girtin.
Girtina Birêz Bayram Bozyel, nîşana binpê kirina mafê azadîya fikrî û azadîya xebata rêxistinî ye, nîşana dijayetîya mafên meşrû yên miletê kurd û gelê Kurdistanê ye.
Em girtina Birêz Bayram Bozyel protesto dikin. Birêz Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan.
15.11.2021
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê