Êrîşa li Konyayê êrîşeke nîjadperestî û plankirî ye ,emê serê xwe li ber qatilan û li ber yên li pişt wan netewînin

Êrîşa li Konyayê êrîşeke nîjadperestî û plankirî ye ,emê serê xwe li ber qatilan ûli ber yên li pişt wan netewînin

31.07.2021, Cts - 06:09

Êrîşa li Konyayê êrîşeke nîjadperestî û plankirî ye ,emê serê xwe li ber qatilan û li ber yên li pişt wan netewînin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Meram a ser bi parêzgeha bajarê Konya ya Tirkiyê de roja 30.07.2021ê grûbeke nîjadperestên Tirk bi awayekî plankirî êrîşeke çekdarî birin ser malbateke Kurd û di encamê de ji vê malbata Kurd 7 kes hatin qetil kirin û mala wan hate şewitandin.

Berpirsê vê êrîşê yê esasî Dewleta Tirkîyeyê ya ku çavên xwe ji êrîşkeran re digire, û bi sîyaseta xwe ya li dijî Kurdan cesaretê dide êrîşkeran, rê ji van erîşan re xweş dike ye.

Miletê Kurd li himberî van êrîşan dê serê xwe netewîne.

Divê hemû pêkhateyên gelê me, tifaq û yekgirtineke berfireh ya neteweyî, niştimanî bihûnin.

Em vê êrîşa nîjadperest a plankirî rûreş dikin.

Em sersaxîyê ji malbata Dedeogullari û ji hemû gelê me re dixwazin.

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 646 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:53:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x