Hak-Par: Tu Hêzek Nikare Pêşî Li Dahatîya Kurdistanê Bigire

Baregaha Partîya Demokrat a Kurdistanê ya li Bexdayê bû hedefê çalakîyeke terorîstî. Di vê êrîşa dijminane da, ala pîroz a miletê Kurd jî, bi bêedebîyeke mezin hate sotin.

18.10.2020, Paz - 09:50

Hak-Par: Tu Hêzek Nikare Pêşî Li Dahatîya Kurdistanê Bigire
Nuçe Belav bike

Baregaha Partîya Demokrat a Kurdistanê ya li Bexdayê bû hedefê çalakîyeke terorîstî. Di vê êrîşa dijminane da, ala pîroz a miletê Kurd jî, bi bêedebîyeke mezin hate sotin.

Hêza terorîst a bi navê Haşdî Şaabî va erîşa ji piştî peymana Sincarê pêk anî. Tê zanîn ku ev hêz di bin bandora rejima zordest a îranê da ye.

Di van rojên dawî da di navbera Hikûmeta Merkezî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê da lihevhatinek hate dest nîşan kirin, ku li gor vê lihevhatinê; wê îdare û ewlekarîya Sincarê ji îro û pê da, bikeve destê hikûmeta herêmê û pêşmergeyên Kurdistanê. Li gor vê lihevhatinê gere hemû hêzên terorîst ji Sincarê werin bi der kirin. Lewra li gor yasayên Iraqa federal pêşmerge hêzeke fermî û rewa ye ji bo parastina Kurdistanê. Dîsa di destûra Iraqa federal da, alaya Kurdistanê jî wek alayeke fermî û meşrû hatîye qebûl kirin.

Sincar jî, her wekî Rewandiz û Xaneqîn û Derbendîxan û çend navçeyên din axa Kurdistanê ye. Navçeya Sincarê, hetanî niha bi hikûmeta merkezî va girêdayî bû. Hetanî niha çend referandum hatin pêkanîn û di encama van referandûman da, eşkere bû, ku miletê van navçeyan xwe Kurdistanî hesab dikin û ew dixwazin bi îdareya Kurdistanê va werin girêdan. Lewra ev xwestek bû yasayek bi navê “madda 140” û kete destûra Iraqa federal. Niha Sincar li gor vê maddeyê û her wiha li gor lihevhatina taybet a vê dawîyê dibe parêzgehek ji idareya Kurdistanê û tenê pêşmerge, wek hêza fermî a navçê di Sîcarê da wê bimîne.

Hetanî niha Sîncar di destê hêzên nerewa û terorîst da bû. Haşdî Şaabî û PKK wek hevkar û heval, her yek ji xwe ra deshilatek çêkiribû û Sincar idare dikirin. Li bîr e, ku ev herdû hêzên ne xêrxwaz ixaneta Kerkûkê jî, digel çend kesên xwefiroşên di nav YNK’ê da pêk anîbûn.

Hevseroka KCK/PKK Besê Hozat, berî çendekî di daxûyanîyekê da anî ziman ku “kuştina PDK’ îyan rewa ye û nabe sûc, şerê PKK û PDK’ê nabe “şerê birakûjî”

Piştî vê daxûyanîya kîndar, karmendekî gumriga hikumeta Herêma Kurdistanê bi navê Xazî Salih Elîxan bi şêweyeke dirinde û terorîstane hate kuştin.

Xûyaye ku ew bereyên dijberî Kurdan yên ku li navçê hene, ne hêzên xêrê ne û ne jî rewa ne. Ev lihevhatina vê dawîyê, hizûr û rihetîya hêzên çekdar û terorîst revandîye. Ev hêzên xirapkar, her tim li dijî maf û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê tevgerîyane. Ew, şerekî bi wekalet dimeşînin ango noker û bikirê girtîyên sazûmana dijberîya Kurd a Rojhilata Navîn in. Miletê Kurd wan gelek baş nas dike.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, vê kiryara terörist bi awayekî tundtirîn şermezar dikin. Ev êrîş, êrîşeke namerd e. Ev êrîş ne tenê bi amanca têkbirina baregeha PDK’ê ye, mebest û armanca vê êrîşê raste rast azadîya Kurd û Kurdistanê ye. Ev kiryarên teröristî û dijberî Kurd, nikarin miletê Kurd ji rêya rewa û heqxwaz a azadî û serxwebûnê vegûhêzin.

Vê êrişê careke din bi eşkerehî da nişan ku ev hêzên rûreş û terörist û şerxwaz dostê gelan nînin.

Nîyet û daxwaza wan careke din zelal xuya kir, ku ew li ser navê dijminan çek bidestan tevdigerin.

HAK-PAR radigêne ku, ev êrîşên qirêj bi hiç aweyekî nikarin pêgeha Kurd û nirx û hêjayîyên Kurdistanê têk bibin. Bişkên ew destên reş û qirêj ku destdirêjîyeke bêedep beramber bi ala Kurdistanê dikin. 19.10.2020

Nivîsîngeha Ragîhandin û Çapemenîyê ya

Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 853 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:44:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x