Heyeta PAK û PSKyê li Konyayê ji malbata Dedeogullari re sersaxî xwestin

Heyeteke PAK û PSKyê roja 01.08.2021ê li gundê Hasankoy a li ser navçeya Meram a bajarê Konyayê , ji malbata Dedeogullari re sersaxî xwestin.

01.08.2021, Paz - 19:15

Heyeta PAK û PSKyê li Konyayê ji malbata Dedeogullari re sersaxî xwestin
Nuçe Belav bike

Heyeta hevbeş ji Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Nevzat Teker, endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermîş, endamê Meclîsa PSKyê Bedir Çinar , damezranerên PSKyê Eyyup Akdeniz û Mehmet Karabulut ve pêk hatibû.

Li ser navê malbata Dedeogullari yan İrfan Dedeogulları ji ber hatina heyeta PAK û PSKyê ya ji bo sersaxîyê spasîya heyetê kir.

Heyeta PAK û PSKyê demek eli cîhê tazîyeyê rûniştin, paşê serdana mezelê 7 qurbanîyên êrîşa nîjadperest kirin.

Heyeteki PDK-Bakur a bi serokatîya Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Özalp jî li Konyayê ji malbata Dedeogullari yan re sersaxî xwest.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 676 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:47:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x