HEZKURDê li Stenbolê Seredana PAKê Kir

Komeleya HEZKURDe roja 04.03.2021ê li Stenbolê seredana Nûneratîya PAKê ya Stenbolê kir.

05.03.2021, Cum - 12:01

HEZKURDê li Stenbolê Seredana PAKê Kir
Nuçe Belav bike

Heyeta HEZKURDê ji Serokê Komeleya HEZKURDê Suphi Özgen û Rêveberên Komeleyê Muzaffer Özer, Gülê Can Ronahî û Giyasettin Abluşak pêk hatibû.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül û Kasım Ergün û endamên Meclîsa PAKê Mehmet Dörtyama û Seyid Bayram û endamê PAKê Tahsin Uçar pêşewazîya heyeta HEZKURDê kirin.

Li ser navê heyeta PAKê Kasım Ergün, ji ber xebatên HEZKURDê yên di heqê zimanê Kurdî de HEZKURD pîroz kir û pêwîstî û girîngîya bi hevre xebata hemû alî û hêz û dezgeh û kesayetan a di heqê xebatên zimanê Kurdî û di heqê kampanyaya ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê de anî ziman. Kasım Ergün got ‘’Ji kîjan dînî û mezhebê be, ji kîjan fikir, sîyaset û îdeolojîyê be, divê pêştir her Kurd vê kampanyayê îmze bike. Divê em di vî warî de yekdengîya miletê Kurd bigihînin Dewleta Tirîyeyê jî, bigihînin cîhanê jî. Helbete ji kîjan gelî û miletî be jî , divê em piştgirîya her mirovekî jî bigirin. Divê bi tu sebebê , tu kes vê kampanyayê lawaz nekin, li himberî wê ranewestin’’.

Li ser navê heyeta HEZKURDê jî Serokê Komeleya HEZKURDê Suphi Özgen ji ber vê pêşewazî kirinê spasîya heyeta PAKê kir. Suphi Özgen got ‘’Ji bo zimanê Kurdî kî çi xebatê bike emê li gel wan bin. Wek rêveberên Komeleya HEZKURDê me bi xwe jî ew kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê îmze kirîye. Em PAKê jî ji bo xebatên wê yên di heqê zimanê Kurdî de pîroz dikin’’.

Heyeta PAKê û ya HEZKURDê li ser berdewamîya dîyalog û peywendîyên herdu alîyan û li ser hevkarî û bihevrexebatên ji bo zimanê Kurdî mitabiq man.

Hevdîtina heyeta PAKê û ya HEZKURDê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x