Hoşyar Zêbarî: Biryara hatiye dayîn siyasî ye û zulm li me hate kirin

Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî îro Yekşemê ragihand, biryara Dadgeha Federalî ya redkirina berbijêrbûna wî bo serokomariyê, biryareke siyasî ye û zulm li wî hatiye kirin.

14.02.2022, Pts - 08:36

Hoşyar Zêbarî: Biryara hatiye dayîn siyasî ye û zulm li me hate kirin
Nuçe Belav bike

Dadgeha Federalî ya Iraqê îro bi biryarekê, berbijêriya Hoşyar Zêbarî ji bo peywira Serokkomariya Iraqê red kiribû.

Hoşyar Zêbarî piştî biryara Dadgeha Federalî îro di civîneke çapemeniyê ya li Bexdayê de ragihand, ew rêzê li biryara dadgehê digire, lê ew biryareke siyasî ye.

Zêbarî got, hemû şert û mercên ku ji bo namzetiya postê serokkomariya Iraqê pêwîst in li cem wî hene.

Zêbarî tekez kir, pêştir dadgehê ew ji hemû tometên ku arasteyî wî bûbûn, bêtawan derxistibû û dadgehê wê demê hemû ew dosya jî daxistibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 558 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:20:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x