Îradeya me ya Azadiyê Neşikandin, Nikarin Bişkênin

Kutedaya faşist a leşkerî ya 12 yê Îlona 1980 ji bo civaka Tirkiyê şkestekek e, ji bo gelê Kurd qirkirinek "modern"e. Kutedaya 12 yê Îlonê karigeriyek xirab li ser hemî beşên civakê kiribe jî, amanca wê ya bingehîn ji holê rakirina iradeya gelê Kurd a azadî û serxwebûna du sed sali bû.

11.09.2020, Cum - 07:06

Îradeya me ya Azadiyê Neşikandin, Nikarin Bişkênin
Nuçe Belav bike

Rejima faşist piştî kutedayê li hember hêzên neteweyî yên Kurd heweke lêgerînê dabû despêkirin, bi deh hezaran welatparêz, demokrat, rewşenbîr dabûn nav planek tunekirinê da. Bi sedan xortên Kurd bi işkenceyê kuştibûn, bi hezarên ji wan hêlabûne seqet, bi deh hezarên wan heta bi saxiya jiyana xwe êşên wan ligel mabûn.

Amanca rejima 12 yê Îlonê, ku carek dî bi ser xwe ve neyê bi betonê sergirtina irade, hêviya jiyana azad û hizra neteweyî a gelê Kurd bû.

Lê belê generalên 12 yê Îlonê mejiyê mêtingeri yê li pişt negehiştin amanca xwe. Gelê Kurd wek her car ji xweliya xwe vejiyan têkoşana azadiya xwe berdewam kirin.

Tişta sersam ew e ku piştî 40 sal bi ser kutedaya leşkerî ya 12 yê ilonê da borî serbarê derbasbûna hinde salan ziyanên ku derxistine, hêj bi temamî nehatine rakirin. Di ev demê borî da qaşo gelek hikûmetên sivîl hatin ser kar. Lê belê yekê bi tenê ji wan jî îradeyek wesa nişan nedan ku ziyanên kutedayê rake.

Di dawiyê da Hikûmeta AKP ya ku bi dayina sozên rêzgirtin li mafên mirov, azadî û demokrasiyê deshilat girtibû destê xwe, bûye rêveberê wê sistema ku dixwast biguherîne. Bi kiryarên xwe sed xweziya bi rejima 12 yê Îlonê tîne.

Politikayên êrişkar yên Hikûmeta AKP ê li beramber Kurdan, ji yêd rejima faşît a 12 yê Îlonê kêmtir nîne. Operasyonên leşkerî li ser Kurdistanê, mîlîtarîze kirin a Kurdistanê didome.

Her daxwazek Kurdan ya neteweyî û demokratîk, dîsan bi cudaxwazî tête wesif kirin, bi tedaya polîsan bersiv tê dayîn, kesên ku daxwaza mafên xwe dikin têne girtin, cezayê zindankirinê lê dikin.

Hevpeymaniya Cumhur ku bi serkêşiya AKP bi rêve diçe, di warê binpêkirina vîn û îradeya dengdêrên Kurd, ji generalên faşîst jî wêdatir e.

Bi betalkirina nûnertiya endam parlemanên hilbijartî, ji kar dûrxistina serokên belediyan û li şûna wan tayîn kirina qeyûman jî razî nabin, desteser dikin û davêjine zindanan.

Nijadperest û şovînên Tirk, curet ji wan politikayên deshilatê dibînin ku gava mesele û behs hate ser Kurdan li beramber her tawanek bê ceza dimîne, li hember Kurdên li Rojava niştecî bûyîn erişkariyên bi kom roj bi roj zêdetir dibin.

Deshilata ku deskeftên Kurdan bo xwe gef dibîne, dijayetî kirina Kurdan ne bi Bakur tenê ve sînordar e. Politikayên pawanxwazî û êrişkar li ser Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê didomîne. Gundan bombebaran dike, bi harîkariya darûdestekên xwe Kurdan dipelixîne.

Di serdemê 12 yê Îlonê da dadgehên ku bi fermanên generalan kar dikirin, îro di sistema " Serokatiya Şêveyê Tirk" fermanê ji Erdogan werdigire.

Azadî û mafên demok ku bi pejinînan rût bûne, bi hêceta pandemiyê, asteng li ber cî be cî kirina wan têne çêkirin.

Azadiya çapemeniyê ji xwe bin lingan da ye. Dixwazin dengê çapemeniya mixalif bibirin, rojnamevanên mixalif ji karên xwe dibin, têne girtin.

Erdoganê ku bi pileya yekem dozgerî û zanîngeh û saziyên dewletê hemî kirine bin hakimiyeta xwe, bi lez bi ber Sultaniyê ve diçe.

Heke Evren û hevalên xwe yên kutedakar li jiyanê ban, dê hesûdiyê bi kiryar û pêngavên vê hevpeymaniya Cumhur bikirina.

Em wek Partiya Sosyalist a Kurdistan di 40 saliya wê de carek dî kutedaya faşist a 12 yê Îlonê bi tundî şermezar dikin. Di heyamê kutedaya 12 yê Îlonê da hemî welatparêz, şoreşgêr,demokrat û kesên mixalif ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hurmet ve bi bîr tînin.

Hêzên mêtingerên faşist hingê jî nikarîbûn, niha jî nikarin îradeya azadiya gel bişkênin.

Tişta pêwîst ku bête kirin rû bi rû bûn ligel kutedaya leşkeriya 12 yê Îlonê ye, guhertina destûra heyî bi destûrek nû ya demokratîk û pirreng ve. Ji wê wêdatir rû bi rû bûnek yekcarî ligel hizra tekrewî, nijadperest û mêtingeriya Tirk a damezrêner a ku li pişt kutedaya leşkeri ya 12 yê Îlonê ye.

Heta ku ligel rejima 12 yê Îlonê û encamêd wê rû bi rû nebin û mafên rewa yên gelê Kurd ên dîrokî neyêne naskirin ne aşitî û demokrasî ne jî aramî pêk tê.

Çareserî diyar e; yekrêziya hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurd, ligel hêzên demokrasî û guherînxwaz ên Tirkiyê, wê bijmara dawî li tabûta rejima mêtinger a nijadperest û tekrew bıkutin..

Cihê bêhêvîbûnê nîne.

11 îlon 2020

Partiya Sosyalîst a Kurdistan- PSK

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 700 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:20:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x