Ji bo parlamenteriya parlamenta Agirî ya HDPê Leyla Zanayê ya ji ber ku sond nexwariye nikare beşdarî xebatên meclîsa Tirkiyê bibe were betalkirin Komîsyona Amadekariyê xebata xwe temam kir. Parlamenterên AKP û CHPê xwestin parlamenteriya Zana bikeve, endamê CHPyî şerh danî.
Komîsyona Amadekariyê ku di pêvajoya betalkirina parlamenteriya Leyla Zana de hatibû avakirin xebata xwe temam kir. Di komîsyon aku ji 5 kesên endamê AKP'ê, CHP'ê û HDP'ê pêk tê deng dan û betalkirina parlamenteriya Leyla Zana bi 4 dengên erê hate qebûl kirin.
Li gor nûçeya Nergis Demirkaya a rojanmeya Duvar, Dîwana Serokatiya Meclîsa Tirkiyê, dosyeya derbare betalkirina parlamenteriya Leyla Zana de de ku ji ber sond nexwarinê beşdarî xebatên meclîsê nabe şande Komîsyona Têkelhev ku ji Kômîsyona Makezagon û Adaletê pêk tê. Komîsyona Têkelhev ku di 17'ê Cotmehê de kom bû, ji bo li ser dosyeyê bixebite Komîsyona Amadekariyê ava kir. Komîsyona ku mehek wextê wê heye, berî ev wext biqede 4 civîn li darxistin û xebata xwe temam kir. Di civînan de endamên komîsyonê yên AKP'yî diyar kirin ku Zana li gor qanûna destûrê ya 81. bêyî ku sond bixwe û bê navber beşdarî 212 civînan nebûye û divê parlamenteriya wê were betal kirin.
Endamên AKP'yî gotin "sond nexwarin îradeya wê ye. Bixwesta wê bihata. Di vê rewşê de bi zanebûn û xwestek nehatiye."CHP'yiyan jî gotine di "makezagon û rêziknameya navxweyî de mueyideyeke sond xwarinê tuneye, di wê mijarê de valahiyek heye lê Zana nehatiye meclîsê
Endamê komîsyonê yê HDP'yî Mehmet Emin Adiyaman got helwesta CHP wekî ya dema betalkirina parexzbendiyê ye, dibên dijî makezagonê ye lê em ê bêjin belê. Adiyaman diyar kir ku ew ê wekî HDP şerxa muxalefetê deynin û da zanîn ku "îtîrazên me darî çav nekirin."
ji bo komîsyona Têkelhev were pêşkeş kirin. Heke ev komîsyon piştî 18ê mijdarê kom bibe û biryarê bide ku parlamenteriya Zana betal bike dê dosya were Civîna Giştî ya Meclîsa Tirkiyê û biryara dawîn dê li vir were dayin. Heke civîna giştî jî heman biryarê bide parlamenteriya Leyla Zana dê bi 276 dengan were betalkirin.