Ji Mistefa Hîcrî, Serokê Giştî yê PAKê Özçelik re peyama sersaxîyê

Bi minasebeta wefata Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kek Feyyaz Ekmen, Berpirsyarê Giştî yê PDKÎ(Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê) Birêz Mistefa Hîcrî ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik re peyama sersaxîyê şand.

05.05.2021, Çar - 17:22

Ji Mistefa Hîcrî, Serokê Giştî yê PAKê Özçelik re peyama sersaxîyê
Nuçe Belav bike
Rêzdar Kek Mistefa Ozçelik, Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Em bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Kek Feyyaz Ekmen Cîhgirê Serokê Giştî yê partîya xebatkare we dilgiran bûn.

Bi vê sedemê ve, ji alîyê xwe û rêbertîya Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê(PDKÎ) ve sersaxîyê dibêjim cenabê we û hemû têkoşerên partîya we û em xwe hevparê xema we dizanin.

Em piştrastin ku hûnê bi berdewamî ji têkoşîna ji bo destxistina mafên netewî, riha Kek Feyyaz û hemû cangorîyên doza Kurdistanê şad bikin.

05.05.2021

Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê

Berpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 684 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:06:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad