Li Baniyê baran dibare

Li devera Behdînan, li gundê Baniyê li rojhelata Duhokê baran dibare. Îro 23yê Adara 2021 e; ev cîhana pîr, çawa pîremêrekî kor di tariyê de şerê sîbera dijiminî dike, wisa hêj şerê pandemiyê dike. Îro kom bi kom xelk têne gundê Baniyê; hatina wan ne ji ber pîrozbahiya Newrozê ye. Komek mezin li gel nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberên federalî, rêveber û kadirên hizbî hatine vê derê, da ku wê perda li ser gora sembolî ya Îsa Banî û Weysî Banî, ku nîv sedsal berî niha di şerê dijî Sedamî da şehîd bibûn, rabikin. Îsa li sala 1974ê, Weysî li sala 1978ê gehiştibûne karwanê şehîdan.

01.04.2021, Per - 18:58

Li Baniyê baran dibare
Nuçe Belav bike

Ev cihe ji serdema fîrawunên Misrî û hikumdarên Aşuriyan û wê ve xaka gelê Kurd e. Wê serdemê navê wê Karduniya bû, îro Kurdistan e. Ev welatê ku wê demê di danûstandinên hikumdaran de bi rêzdaryeka pirî tirs behsa wî dihate kirin, hêj xoşmirovan diafrîne. Ji ber vê çendê ev sedsalên dawî dewletên destkirdên deverê hewl didin vî welatî ji nav bibin. 3500 sal berî niha, şahekî herêmî bi navê Mutbe'el ji devera Pella li Urdunê, nameyek bo fîrawunê Misrî nivîsî, ku bi vî rengî bû:

“Bibêje bo tava min, şahê min û xudanê min; ez nokerê wî me, toza pêlava wî me, ez heriya ber piyê wî me. Ez heft caran û heft carên dî xwe dihavêjime ber piyên xudanê xwe. Xudan û şahê min bo min kesek bi navê Haaya rêkiriye û wisa gotiye: “Ev kese (ewê ku namê dihîne) karwanekî dibe Hangalbatê (li welatê Mîtanî), bila hûn jî li gel wî bin!” Ma ez kî me, heta ku karwanê şahî negehînim?... Eger şahê min bivê, tenanet bila karwanî rê bike heta Kardunyayê jî. Bi çekên giran ez bi xwe rêberya wê çendê dikim...”

3500 sal berî niha, dema ku ev şahê deverên xwarê dibû toza pêlavên fîrawunê Misrî, şahê Kardunya jî di nameyeka din de ji şahê Misrê wisa nivîsandibû:

“Wisa bibêje bo brayê min, şahê Misrê Axnatonî: Ez birayê te şahê Kardunya. Ez hêvî dikim, tu û mala te, jinên te, kurên te, welatê te, giregirên te, hespên te, erebaneyên te û hemû tiştên te baş in. Ji ezelê heta niha, bab û kalên min û yên te, her di nav rêkeftineke baş de bûn. Hemû caran bo hev diyariyên gelek ciwan rêkrîne, çi caran tiştên baş ji hev texsîr nekrîne. Niha brayê min wek diyariya slavê, bo min du mîna zêr şandine. Niha; eger zêr gelek bît, bab û kalên te çend rêkrîne, tu jî ew hinde rê bike. Lê eger zêr kêm bin, hindî ew kêşa ku bab û kalên te rê dikirin, nîva wan bişîne.” (*)

Ewên ku li ber vê baranê li gundê Baniyê kom bûne û ew her du şehîdên xudanên gorên sembolîk, nevyên wî şahê Kardunî ne ku ji fîrawunê Misrê daxwaza bacê kiribûn. Ewên ku ev her du pêşmerge şehîd kirîne jî, neviyên wî şahê devera xwarê ne ku pesna xwe dike ku ew heriya bin piyê şahê Misrê ye.

Gundê Banî

Li gundê baniyê baran dibare, weku dibare ser rabirduyê, nek ser xaka îro. Ji ber ku ewên niha li vê derê kom bûne, hindî tête bîra wan, wan rojên borî yad dikin. Hizir dikin û dizanin, wefadariya demên berê, dê bibe binyata damezirandina paşerojê.

Şêx Muheymin Barzanî, nûnerê baştirîn serok û rêber ji serokên Kurd ên hêj sax Mesud Barzanî, ji bo Weysî Banî wesa dibêje: “Piştî têkçûna 75ê em li Îranê bûn. Weysî rijd bû ku vegere welatî û beşdarî şoreşê bibe. Dema fermandarên wî cara dawî gotine wî: “Te çi pêwîste bo te bikin?” Şehîd Weysî Banî wesa bersiv da: "Tenha min çûna Kurdistanê pêwîst e, pêlaveka min heye, bo sê salan têra min dike. Ev cilkên li ber min jî bo du salên din bes in! Dê biçime nav kesukar û dostên xwe, ew dê pêwîstiyên min cêbecê bikin". Eve bû taybetmendiya şehîdê çavtêr û merd."

Cefer Îbrahîm nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Şehîdên Baniyê, şehîd Weysî Banî û şehîd Îsa Banî du nimûne ne ji nimunêyên qaremanetî û merdayetiyê. Pêşmergayetî hemîşe merdayetî ye...” Herwisa Elî Teter parêzgarê Duhokê û nûnerê serokwezîr Mesrur Barzanî jî di peyva xwe de amaje da bi berdewambûna zincîra heta hetayî ya pêşmergayetî û got: “Eger îro şehîd Weysî Banî gorek bê navûnîşan heye, şikir bo Xudê wî kurek bi navûnîşan heye. Eger Îsa Banî gorek bê navûnîşan heye, şikir bo Xudê sedan pêşmerge ser vê rêbazê berdewam in...”

Îsa Banî roja 13 Hezîrana 1974ê li êrişbirneka ser baregayekî Sedamî li devera Baedrê şehîd bû. Weysî Banî jî li devera xwe, li nav çiyayê Gare, li gundê Nisra, li şeva 18 ser bi 19ê cotmehê dikeve nav şerekî giran li dijî leşkirê Sedam, gelek serbazên dijiminî têne kuştin û di dawiyê de Weysî Banî jî xwe digehîne refên şehîdên Kurdistana serbixwe.

Îro ev sal e ku bihar wek zeriyeke ku cilê pîrejinekê li ber kirî, hate gundê Baniyê. Hemû tiştên vê derê berovajî tên, werzê biharê jî wesa. Ji ber ku li her derê, ji bakurê welatî heta başûrê wî, ji rojhelatî heta rojavayê wî, hindek hêzên nehezên vî xelkî bi çavek rikmane berê xwe didene wê barana ku hestên jiyanê bo Kurdan çêdike.

Serdemekî caran, şahên Karduyan gelek ji wan koleyan hez dikirin, ew ên ku ji bakurê deryaçê Xezarê dihînan. Ew koleyên bejnkurt û grovir, gelek bi kêr wan dihatin. Koleyên başûrî hindî wan ne jêhatî bûn. Hem li biyabanan desteserkirina wan dijwar bû, hem jî nedikarîn xizmeta karên sext biken. Niha ew koleyane bûne xudan dewlet, lê ji ber ku eqilyeta wan hêj kole ye, eve nêzîkî hezaran sal e nikarin di nav aştî û azadiyê de bijîn. Herwisa ew Kurdên ku hezaran sal şahîniya vê xakê krî, herçende îro di vê qonaxê de nikarin ew hukmê weku caran bikin, û herçende tûşî reşkujî û talanên sedan salan bûne jî, hêj bi eqlê şahên xwe yên berê bi rêve diçin. Da em bizanîn ka eve ji bo wan baş e yan ne baş e, me pêdvî bi demê heye.

Di rojên şehadeta Îsa Banî li sala 1974ê de, bab û kalên van mirovên ku niha ji bo wan şehîdan li vê derê kom bûne, ber derazînka serkeftinê bûn. Ev çende bû egera wê yekê ku hêzên deverê bi aşkrayî yan jî nihênî rêk bikevin. Dema şahê Îranê li gel Sedamî pêk hatî û Kurd bê çareser hêlan, hingê wî nedizanî ku destpêka jinavçûna xwe jî wajo kiriye. Eger li gel Kurdan rêkeftiba, ew karesate nedihate serê wî: çar sal piştî vê bêbextiyê, wek revokek tirsonek welatê xwe bicih hêla û çû.

Li gundê Baniyê baran dibare.

Gava hizra wê dijminatiya şahê Îran û Sedamî ya li beramber Kurdan dikim, careke din şahekê kevn ê dêr zeman tête bîra min: Nêzî çar hezar salan berî nûke, kesek bi navê (Enlîl Banî), ji gundekî bakûr bi navê Baniyê wek baxçevan hatibû koçka Îsîn li Mezopotamya xwarê. Piştî mirina şahê Îsîn ew hate ser desthelatê. Li sala yekê ya desthelatiya xwe, nîva wan bacên li ser xelkî heyî kêm kirin, li sala duyê karê bi zorî li ser hejaran qedexe kir. Anku di 24 salên desthelata xwe de bibû sembolê aştî û avadaniyê. Helbesteke pesindanê ku ji 184 rêzbendan pêkhatiye û ji bo Enlîl Banî bi zimanê Sumerî hatiye nivîsandin, heta îro jî maye, ku rêzbendek jê wesa nivîsandiye: “Enlîl-Banî, xudan şîret û zanistê bêhempa ye, parêzerê dadweriyê, zanayê hemû hebûnê...” (**)

Li Baniyê baran dibare.

Sala 1975ê dema ew reşpeyama peymana Şah û Sedamî (peymana Cezayîrê) gehîşte gundê Baniyê, dîsa baraneka wisa dibarî. Serkirdekî pêşmerge yê wê demê Esed Xoşevî, gazî Weysî Banî kir û encama wê roja reş bo wî aşkira kir. Dema şehîd Weysî vedgere mal, ji hemû rojan pirtir bêdeng û mit e. Kurê nemirî, general Ezîz bo vê çendê wesa dibêje: “Piştî babê min ji Sersîngê ji gel Esed xoşevî vegerya û hate mal, li gel mamê min axivt. Mamê min kire grî. Ew peyvane baş têne bîra min dema digotin: “Şoreş têkçû.” Weysî jî wek pêşmergên ku ber bi Îranê ve çûn, ev têkçûne pesend nekir û beşdarî wê refê bû. Ligel wan çû, da piştî salekê ji nû ve bi hizra şoreşeke din vegerin ser cihên xwe.

Li Baniyê evro baran dibare.

Berî çend rojên pêş ku ev koma mirovan li gundê Baniyê kom bibin, li nûsîngeha serokwezîrê Iraqê li Bexda daxûyanek hate belav kirin, ku ev peymana 75ê ya ku bibû egera komkujiya Kurdan û li sala 1980an ji aliyê Sedamî ve hatibû ladan, wê peymanê ji nû ve praktîze bikin. Di daxûyaniyê de wesa hatibû: “Herdu layan bi pûtedanekê ragihandin ku ew peymana sînorî ya cîraniya baş ku roja 13ê hezîrana 1975ê hatiye wajo kirin, dê praktîze bikin.” Nûnerên van her du dewletên ku ev peymane wajo krîn, bi saya nefr û nefreta hemû xelkên vê deverê, evro nemayne. Bermayên wan yên evro jî, ji ber kîn û kerba xwe nikarn dîrokê bixwînin û ezmuneke baş jê werbigrin.

Li gundê Baniyê îro baran dibare.

Ew mirovên ku li gundê Baniyê kom bibûn, ew perdeya ku li ser gora herdu nemiran nixavtibû, rakirin. Lê di van goran da bi tenê bîreweriyên van her du şehîdan hebûn. Termê her duyan jî, ji layê wê dewleta xwînmij ve nehatibûn dan. Ew dijminên dirinde termê her duyan jî winda kiribûn. Ewên ku evro wan li bîr tînin, li ser gora wan wê xewn û xeyalê dibînin ku rojek bê dê Kurd bibine xudan welatekî serbixwe û azad. Bi vî hest û hizrê ji gundê Baniyê derdiçin. Li şûna wan, li dora goristanê jî ba û baran her dimînin.

(*) Bo berifrehya van her du nameyan, bibîne: https://en.wikipedia.org/wiki/Kardunia%C5%A1

(**) Bibîne: The Electronic Text Corpus of Sumerian Literature, https://etcsl.orinst.ox.ac.uk/section2/tr2581.htm

Her wesa bibîne : Jean-Jacques Glasisner, Mesopotamian Cihronicles. SBIL. PIp. 107-108, 154. (2005)

Ezîz Weysî Banî/ Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 651 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:40:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad