Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata birêz Şêx Şamo gelekî xemgînin

18.01.2022, Sal - 17:24

Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata birêz Şêx Şamo gelekî xemgînin
Nuçe Belav bike

Serokê Bingeha Laleş, parlementerê berê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê, Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Birêz Mesrûr Barzanî yê ji bo karûbarên Êzidîyan, welatperwerê Kurd , birêz Şêx Şamo ji ber nexweşîya Covid-19ê mixabin îro koça dawî kir.

Xwedê jê razî, welatperwerê hêja, Şêx Şamo eve nezîkî mehekê ye kû ji ber Covid-19ê li nexweşxaneyeke li Enqereya paytextê Tirkîyeyê dihate dermankirin. Lê mixabin îro jîyane xwe ji dest da.

Em bi wefata birêz Şêx Şamo gelekî xemgînin.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgirên PAKê sersaxî, sebir, metanetê ji malbata xwedê jê razî birêz Şêx Şamo re, ji xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî, ji gelê Kurdistanê re dixwazim. Em şirîkê xema malbata xwedê jê razî ne.

18.01.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 640 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:06:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x