Parlamentoya Tirkiyê parlamentara Agiriyê ya HDPê Leyla Zana betal kir.
Parlamentoya Tirkiyê îro 11ê Çileyê 2018an ji bo 'betalkirina parlamentariya Leyla Zana' civîya. Di civîna parlamentoyê de pêşniyara betalkirina parlamentariya Leyla Zana hat qebûlkirin û bi vê biryarê re parlamentariya Zana hat betalkirin.
Parlamentara kurd Leyla Zana dema di sala 1991ê de parlamentara DEPê bû, cara yekemîn bi kurdî sond xwaribû û ev bûbû sedema krîzeke mezin li Tirkiyê ku piştre jî ew û hevalên xwe yên parlamentarên kurd ji ber parlamentoyê hatibûn girtin û bi salan di girtîgehan de mabûn.
Leyla Zana di hilbijartinên 1ê Mijdara 2015an de ji lîsteya HDPê bûbû parlamentara bajarê Agiriyê. Lê belê Zana sonda yasayî ya parlamentariyê nexwendibû û ji roja bûye parlamentar ve jî beşdarî ti civîneke parlamentoyê nebûye.
Li ser hincetên beşdarnebûna civînên parlamentoyê û nexwendina sonda yasayî pêşniyar hatibû kirin ku parlamentariya Leyla Zana bê betalkirin.
Piştî biryara parlamentoyê ya betalkirina parlamentariya Leyla Zana, kursiyên HDPê li parlamentoyê dakete 53 parlamentaran.
Beriya niha jî parlamentariyên parlamentarên HDPê, Fîgen Yuksekdag, Nursel Aydogan, Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer Ozturk û Besîme Konca hatibû betalkirin, lê betalkirina parlamentariya wan ne bi hinceta nexwendina sonda yasayî û nehatina parlamentoyê bû.