PDKyê sersaxî ji PAKê re xwest

Bi minasebeta wefata Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Birêz Feyyaz Ekmen, Berpirsê Ofîsa Peywendîyên Niştimanî ya PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) Birêz Elî Husên û endamê rêveberîya Ofîsa Peywendîyên Niştimanî ya PDKyê Birêz Nîzar Botanî roja 02.05.2021ê li Hewlêrê seredana Ofîsa Peywendîyan a PAKê kirin.

02.05.2021, Paz - 17:19

PDKyê sersaxî ji PAKê re xwest
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik, endamê Komîteya Bireveber a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê BirêzTemo Ayas pêşewazîya heyeta PDKyê kirin.

Birêz Elî Husên li ser navê Mekteb Sîyasî ya PDKyê sersaxî ji PAKê, ji malbata Birêz Feyyaz Ekmen û ji gelê Kurdistanê re xwest.

Birêz Mustafa Özçelik spasîya xwe pêşkêşî Mekteb Sîyasî ya PDKyê û Ofîsa Peywendîyên Niştimanî ya PDKyê kir û bahsa jîyan û xebata Birêz Feyyaz Ekmen ya di doza azadîya Kurdistanê de kir û girîngîya şexsîyet û keda Birêz Feyyaz Ekmen anî ziman.

02.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 705 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:12:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x