Biryardera firakisyona PDK li parlamentoya Iraqê derbarê projeya serokê Iraqê bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dibêje ku, dibe di heftiya bê de li ser pirsa danûstandinan civîne were encamdan.
Biryardera firakisyona PDK li parlamentoya Iraqê Neda Mêrge Sorî ji BasNewsê re ragehand ku, li gor destpêşxeriya serokê Iraqê Fûad Masûm ku, nameyek ji serokwezîrê Iraqê û serokwezîrê Kurdistanê re şandibû, dibe di heftiya bê de civînek di navbera her sê serokatiyên Iraqê de were pêkanîn daku, bersiva nameya serok komar bidin, herwiha dibe ku, lipaşxistina hilbijartinan babeteke din a civînê be.
Biryardera firakisyona PDK li parlamentoya Iraqê da zanîn ku, destpêşxeriya serokê Iraqê çend gav avêtine û renge di civînê de pêşnyara destpêkirina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de qebûlkirin.