Pêwistiya Me Ava Kirina Navendeka Kurdistanî Ye

Meclisa Partiyê û Desteya Rêvebira Navendî ya PSK di rojên 12 û 15 Îlonê kombûna xwe ya asayî pêkanî û babetên di rojeva xwe de nirxand. Her usa civînê da pêşhateyên siyasî yên Herêmê, Kurdistan û Tirkiyê jî hatin nirxandin biryar hat dayin, ku vê encamnameya li jêrî bo bîr û raya giştî were ragihandin.

19.09.2021, Paz - 09:48

Pêwistiya Me Ava Kirina Navendeka Kurdistanî Ye
Nuçe Belav bike

Vekişana DYA di pileya yekem da bandor li ser Rojhilata Navîn heye. Pêşhateyên siyasî û dîplomatîk yên li Suriyê, proseya hilbijartinên giştî yên Iraqê, dest bikar bû a Reîsî wek Serokê Dewleta Cumhuriya Îslamiya Îranê, kar bizavên Tirkiyê yên ji bona derketin ji tengaviyên li Suriyê,Iraq û Libyayê hatine pêşiya wê, nîşaneyên derketina hevsengiyek nû ye li herêmê.

Pêşhateyên vê dawiyê ji aliyekê ve giringî û rola Hikûmeta Herêma Kurdistana Başûr bihêz dike, baştir zelal dike ku heta daxwazên Kurdan neyêne cih, aramî û ewlehî li herêmê desteber nabe, ji aliyek ve jî dijayetiya li hember deskeftên Herêma Kurdistanê û tevgerên welatparêz bi hêz dike.

Ji ber vê bang dikin hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, ji bo parastin û pêşvebirinê deskeftên neteweyî û berdewamkirina pêvajoya çaksazî (reform) yên destpêkirî, yekxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwanekê da û di proseya hilbijartinên giştî yên Îraqê da û piştî wê jî bo destnîşankirina polîtikayek hevbeş li Bexdayê, dest bidine hev.

PSK dubare bang li hemu hêzên welatparêz yên Kurdistana Rojava dike jibo serxistina hewla yekrêziya li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan ve hewl bidin û bi berspiryarekê niştimanî tevbigerin.

PSK gefên Komara Îslamiya Îranê yên li beramber Hikûmeta Herêma Kurdistanê û topbaran kirina xaka Herêma Kurdistanê mehkûm dike, carekî dinê piştgiriya xwe li hêzên welatperwer yên Rojhilatê Kurdistanê û li Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihine.

Pêşveçûna bi lez ya bi ber diktatoriya takekesî ya Hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdan (AKP)polîtikayên wê yên aborî ku dewlemendan diparêze û hejaran zêdtir mehkûmî birsîtiyê dike, hejarî, xizanî di asta herî jor de ye.

AKP ya ku bi şîara têkoşan li dijî gendelî û bertîl, xizanî, qedexeyan hatiye ser hikûm, bi politikayên ku peyrew dike bûye sedema vê yêkê ku dewlemend dewlemendtir, hêjar hêjartir bibe. Ligel vê, hêzên ewlehiyê dajo ser wan kesan, ku li dijî vê zilm û zordariyê derdikevine kolanan û daxwaza mafên xwe yên demokratîk dikin.

Êrişên hikûmetê li beramber Kurdan û aliyên dijber,opozisyon bê hed in. Astengiyan li pêşiya xebat û çalakiyên partiyên siyasî yên Kurd dirust dike, rêvebir û endamên wan digire diavêje hepsê.

Hikûmeta ku berdewam e li ser militarize kirina Kurdistanê, bê navber êrişên dagirkeriyê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne.

Hikûmeta AKP ê dizane ku jiber van polîtikayên xwe yên zilm û tedayê, pêgehê xwe di nav civakê da lawaz bûye. Bona parastina pêgehê xwe, ji aliyekê ve li hember êrişên nijatperest , kuli dijî Kurdan pêk tên bêdengiyê hildibijêre û êrîşkaran sor dike û ji aliyê dî ve nirx û bahayên olî wek alav (amraz) bikar tîne.

Di wextek ku abori serûbin bûye, qeyranên siyasî zêde bûne, behsa amadeukirina Destûra Bingehîn û "pêvajoya çareseriyek nû" tê kirin.

PSK, ku giringiya pêvajoya siyasî a li pêş hêzên welatparêz yên Kurdistanê dizane, bang li hemî hêz û partiyên Kurd dike ji bo avakirina Navendeka Kurdistanî dest bidin hev.

Navenda Kurdistanî ji bo tevgera welatparêz a Kurd dê rênîşanderek be, Partiya me di wê baweriyê da ye ku ev dê seng û bandora Kurdan di siyaseta Tirkiyê da zêdetir bike. PSK jibo pêkhatina vê navendê hewl bide.

Carek dî kutedya leşkerî ya faşîst a 12 yê Îlonê mehkûm dikin, bejna xwe li ber qurbaniyên wê ditewînin.

19 Îlon 2021

Partiya Sosyalîst a Kurdistan- PSK

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 543 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:18:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x