Weşanxaneya Avestayê çendek berê ji pirtûka Birêz Mesûd Barzanî ya bi navê ‘Bo Dîrokê’ wergera bi kurmancî, bi tîpê latînî yek jê ji min re jî wek dîyarî şandibû. Ez ji ber vê nezaketa wan spasîya birêz Abdullah Keskin û Weşanxaneya Avestayê dikim û ji ber weşandina ve pirtûkê wan pîroz dikim.
Min pêştir, beşek ji vê pirtûka Birêz Mesûd Barzanî ya bi tîpên erebî, bi soranî xwendibû. Lê min formata bi kurmancî, bi tîpên latinî di yekcarê de xwend. Birastî jî ez bi xwendina vê pirtûkê gelek kêfxweş bûm û ez gelek tiştên nû jê fêr bûm. Ez Birêz Mesûd Barzanî ji ber vê xebatê pîroz dikim û spasîya cenabê wî dikim.
Herweha ji ber ku ev pirtûka bi tîpên latînî wergerandîye kurmancî ez careke din jî spasîya birêz Arif Zêrevan dikim.
Piştî ku min xwendina pirtûkê qedand, li gel wê kêfxweşî û hêza ku ez gelek tiştên nû jê fêr bibûm; ez li ber wê yekê jî ketim ku mixabin gelek kesayetên me yên welatperwer tiştên ku jîyane, dîtine, zanîne, berîya ku koça dawî bikin nenivîsînin û bi xwe re birine.
Belê gelek kesayetên ku beşek in ji têkoşîn û dîroka me, mixabin ji ber sedemên cuda cuda, wek ji ber bixwerenedîtinê, tiralîyê, yan ji ber bê bêxemîyê, yan jî ji ber ku gotine ‘bila dilê kesî nemîne’, mixabin bîranînên xwe nenivîsîne. Lê van kesayetan ne di wê ferqê de ne ku, ji ber nenivîsandina bîranînên xwe, ne bes li xwe , bi giştî li gelê me jî neheqî kirine, neheqîyê dikin.
Helbete ku, parastin û belav nekirina hinek tiştên taybet yên di navbera du kesan de derbasbûyî, ji alîyê ehlaqî ve û ji alîyê mafê kesayetîyê ve cîhê rêzê ye. Lê hinek kesayet jî hene ku, ew buyer, rûdan û serpêhatîyên ku ew bûne şahîdên wê, ew tê de jîyane, ne bes taybetmendiyên wan kesayeta ne; ew nirxên miletê me gişî ne. Bîranîn û serpêhatîyên hinek kesan di zelal kirin û pêşde birina hişmendîya neteweyî, niştimanî de roleke mezin û dîrokî dilihîzin.
Gava ku min pirtûka Birêz Mesûd Barzanî xwend, yekser hevalê me kek Feyyaz Ekmen ê ku demeke berê ji ber nexweşîya Covîd-19ê ji nav me koç kiribû hate bîra min. Kek Feyyaz û gelek kesayetên welatperwer ên di demên berê û di van demên dawî de ji nav me koç kirin, mixabin bîranînên xwe, zanîn û tecrubeyên xwe, tiştên ku dîtîbûn , jîyabûn, gelek agahdarîyên girîng yên ku ew şahidê wan bûn nenivîsandin û bi xwe re birin.
Belê, Kek Feyyaz Ekmen û gelek kesayetên welatperwer yên wek wî hêja tiştên ku di turikê wan de bûn,, bi xwe re birin, bîranînên xwe nenivîsandin.
Lê em yên mayî ne, dikarin weha nekin.
Gotinek heye, dibêje ‘ji bo destpêkirina her karekî tu carî, tu wextê ne dereng e’. De ka werin em jî ji xwe destpê bikin û ji bo nivîsandina bîranînên xwe em rûpelekî nû vekin.
Bîranînên her sîyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, hunermend, rewşenbîr, karsaz, karker, kedkar, cotkar û her kesekî ji beşên cuda cuda yên civatê, perçeyekî girîng in ji dîroka me
Ji bo ku em bikaribin dîrokeke nivîskî ji nivşên bên re bihêlin, bîranînên kesayetan roleke xwe ya dîrokî heye. Di van demên Pandemîyê yên ku gelek heval û nas û dostên me ji carekê ve ji nav me koç dikin de,divê em giş li xwe vegerin û bi çavekî din li paşeroja xwe, li vê dema ku em têde dijîn û li pêşeroja xwe binerin.Divê em bizanibin ew tiştên ku em fêr bûne, em jîyane, di eslê xwe berhemên ked û xebat û bedelên gelê me ne. Ji ber wê jî, bîranînên me, ne bes yên me yên şexsî ne; herweha bîranînên gelê me ne jî. Ji bo kû nivşên bên bikaribin ji tecrubeyên me feydê werbigirin, ji bo zerarê nebînin, ji bo rêya serkeftina wan kintir bibe, bîranînên me her yekî dikare bibe çirûskekê li ser rêya jîyana wan de.
Bi van bîr û bawerî û hestan ve, ez bangî hemû kesayetên welatperwer dikim da ku bîranînên xwe binivîsînin.Tiştên ku em jîyane, me dîtine, bila bi me re di bin axê de neyên veşartin
Her bîranînek dê bibe perçeyekî wê pazila dîrokê.Piştî meriv dibîne gava kesayetên ku aktorên hinek bûyera ne bîranînên xwe nenivîsandine, gelek tişt berovajî dibin, şêlo dibin, wê gavê girîngîya nivîsandina bîranînan zêdetir derdikeve peş. Divê em nehêlin dîroka me bi destên serdestên xêrnexwaz an jî bi destên kesên ku ne xwedîyê meseleyê ne bêne nivîsandin. Tiştên ku li dûv me dimîne û nayên veşartin, nayên ji bîr kirin, ne gotin in; lê nivîsandin in.
Ez bangî kesayetên weltaperwer yên ji her cûreyeke beşên civatê ne dikim da ku ji îro pê ve dest bi nivîsandina bîranînên xwe bikin. Yên ku bixwazin dikarin dema ku dijîn bîranînên xwe belav bikin; yên naxwazin jî dikarin binivîsînin lê wasîyet bikin da ku piştî koça dawiya wan bila bîranînen wan bêne belav kirin. Lê bêyî ku em bikevin erê û nayê divê ji îro ve em dest bi nivîsandina bîranînên xwe bikin.
28.07.2021
Mustafa Özçelik