Rewşa Cîhane mîne aşê xerabe bûye

Nêzîk û ne dereng Ermenîstan û Azerbaycan dest bi şer kirin û xeta reş a nav Dewletî wa tûj dikê, ji xwe Azerî her tim li nezane gûhdar kirine, mîne Neofaşîste îran ku fermane Kurde rakir û Qadî Mûhammed şeniqand, Azerîye piştgirî dayîyê û xwe liber çavê Kurde reş kir

18.07.2020, Cts - 07:34

Rewşa Cîhane mîne aşê xerabe bûye
Nuçe Belav bike

Aborîye mezin, bêrî qorona qebe qeba wê bû. Ligor agahdarîye Medya, ketîye geraveke hàl xerab. Gelo ev çiqasî raste, wê di pêşerojêde aşkere bibê. Lê şik û gomanin hene, ew jî pişt perdê çi heye û çi dibê û çi bûye, heta neha, ew jî gerek bàlkêşe. .Qorona ev heye heft heyv (7)ku rojev binpê û îşgal kirîye. Hinek Komar gelekî peznê xwe didin û tiqadime li dervî sînorê xwe pêk tênin û tim şer dikin û dixwazin, gelo ev delêletê xilas bûnê ne? Gotineke meyî serpê hatî heye, dibêjin delêletê mirinê ta ne; Delêletê baranê baye. Rus li çar milkî lê didê, Emrîke, Çînê suçdar dikê, múmkúne Emrîke di vê suçdarîye çîn'ê de xwedî mafdar bê û tiştê tênê ser ziman rastîye wê hebê.

Nêzîk û ne dereng Ermenîstan û Azerbaycan dest bi şer kirin û xeta reş a nav Dewletî wa tûj dikê, ji xwe Azerî her tim li nezane gûhdar kirine, mîne Neofaşîste îran ku fermane Kurde rakir û Qadî Mûhammed şeniqand, Azerîye piştgirî dayîyê û xwe liber çavê Kurde reş kir. Cîranê Kurde dema dikevin astengîyê haware xwe di gehênin Kurde, dema pêşîye wa divebê Kurde jibîr dikin, divabê Kurd dewra çúyî û dewra îro û pêşerojê xweş analîz bikin, eger ev nebê bar girane û Başur pêşkêştîyê bikê, îro çar milkî jibon ku Başur rabê ji holê xeta reş bi şev û roj di xebitê.

Mirov dema li rewşa neha meyze dikê hàl wêranîye her roj bi hezare mirov jîyane xwe ji dest didin, lê maldarê mezin û ên ku ev proje amede kirîye dîlan digrê û di kenê, ew zanê çi dibê û wê çawa bibê .Lê heqîqetek heye, aborîye gelek welate liber îflas kirinêne, wê gelek welat tar û mar bibin û penaberbûn, nêzîk wê dest pêbibê. Ev jî bibê minasebete şerekî nû. Hawa û wext tê gûhertin, li Ezman tiştne bàlkêş wê bibin, ev jî bibê sebebe êşê nû û li hinek welate wè xela dest pê bibê, di vê demêde wê welatê Kurde jibon jîyane bibê merkezî, lê xeta reş û şirîkê wê jibon ku Kurd zerarrê bibînin wê hinek proje bidê meşandin, divabê Kurd ji nehade hişyar bin û xwe amede bikin, jibon pêşetojeke Aram. Li warê reşike wê tiştne nû derkevin holê, eger cîranê wa zane û bi însanî pêwendîye dênin, wê serkeftinê dîrokî pêk bên. Cîranê Kurde divabê dilxweşîyeke rastî bidin Kurde, eger mîne îranê bi hovane bi Kurde re proje bidin meşandin, wê gelekî winda bikin, jibon ku îran liber mirinêye.

Ev rewşa xerab jibon ku ji holê rabê, divabê serokê Komarê Cîranê zû û nedereng civîneke nav Dewletî pêk bînin û fikir û remanê Rêvebertîye Başur xweş gûhdar bikin, jibon ku Başur xwedî tecrûbeke mezine û ev jî jibon xweşîye Cîranê re şensrkî mezine, êdî Cîhan wê bibê aşê ava û xizmeteke xweş bibê.

Rêz û silav..

Mamoste Nivîskâr sîyasetmedar PDK-T'ye Nisêbîn'e wêranim. .

Mamoste Sulyiman

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 892 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:05:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x