İro her yek ji emîndarê giştî yê dîwana serokatiya civata wezîrên Iraqê Mehdî Elaq û cîgirê wezîrê navxwe yê Iraqê Eqîl Xez'elî serdana Hewlêrê dikin û bi wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî re dicivin.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, Herdu berpirsên Iraqî wê pirsa vegera mişextan û beşdariya wan di hilbijartinan de, li gel berpirsên Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.
Ev yekem serdana berpirsên Iraqî ye ji bo Herêma Kurdistanê piştî bûyerên 16 Cotmeha derbasbûyî.
Ev bûn çendîn sal nêzîkî du milyon mişextên navend û başûrê Iraqê li Herêma Kurdistanê bicî bûne.