Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em Bi Wefata Birêz Dr..Firset Sofî Gelekî Xemgînin

18.11.2020, Çar - 10:53 [ Güncellenme: 18.11.2020, Çar - 10:57 ]

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em Bi Wefata Birêz Dr..Firset Sofî Gelekî Xemgînin
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Hewlêrê, Birêz Firset Sofî jiber nexweşîya Coronayê îro, Çarşemê 18ê

Mijdarê koça dawî kir.

Birêz Dr. Firset Sofî ji gêncînîya xwe de kedkar û xebatkarekî doza azadîya Kurdistanê

bû.Wek kadroyekî, wek rêvebirekî, wek parlamenterekî, wek yasazanekî, wek parêzgarekî bi

awayekî çalak di nav gel de, di nav xebata pêşde birin û geşedana Kurdistanê de kedeke wî

ya hêja hebû.

Birêz Dr. Firset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê karekî berbiçav û nimûne meşand.

Em bi koça dawîya niştimanperwerê dilsoz, kedkarê avakirin û pêşdebirina Kurdistanê Birêz

Dr. Firset Sofî gelekî xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê sersaxîyê ji hemû

malbat û heval û hezkirîyên rehmetî re dixwazim.Serê gelê me yê Hewlêrê, serê hemû gelê

Kurdistanê sax be.

18.11.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 653 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x