Tifaqa Gorran û Komela Îslamî bi Heşda Şeibî re metirsîdar e!

Parlamenterekî kurd dibêje, xema Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê tenê ew e dengên xwe zêde bikin û êdî çi tê serê Kurdistanê, bo wan ne xem e!

28.01.2018, Paz - 07:43

Tifaqa Gorran û Komela Îslamî bi Heşda Şeibî re metirsîdar e!
Nuçe Belav bike

Rojnameya erebî ya Quds El Erebî dabû zanîn ku fermandeyê Heşda Şeibî Hadî Amirî dixwaze di hilbijartinan de bi Gorran û Komela Îslamî re tifaqê bike.

Li ser vê mijarê, serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Erefat Kerem ji BasNewsê re got, ew bi wê yekê pêgeha kurd li Iraqê lawaz dikin. Ew piştevaniya tiştekî metirsîdar dike ew jî ew e ku şîe dixwazin hikûmetê pêk bînin û çend kurd û sunniyan bidin kêleka xwe û partiyên mezin û xwedan xebat jî bidin aliyekî. Nabe vê yekê bikin.

Erefat Kerem behsa xiyaneta 16 Cotmeha 2017 jî kir û got, ew bûyerên ku 16 Cotmeha 2017 li Kerkûkê qewimînin, ne bûyerên normal bûn ji ber wê jî nabe em qebûl bikin. Lê xema Gorran û Komela Îslamî tenê zêdekirina dengan e ne Kerkûk û Kurdistan!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:39:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x