Trump daxwaza paşxistina hilbijartina serokatiyê dike

Serokê Amerîkayê daxwaz jî dike ku hilbijartin bên paşxistin heta ku xelk bikarin “bi temamî, selametî û aramî” deng bidin.

30.07.2020, Per - 19:12

Trump daxwaza paşxistina hilbijartina serokatiyê dike
Nuçe Belav bike

Li gor Donald Trump rêveçûna hilbijartinên Amerîkayê bi rêya postayê, dibe “şermezariyeke mezin” e ji Amerîkayê û daxwaz dike ku hilbijartin bê paşxistin heta ku xelk dikarin bi “selametî û aramî” deng bidin.

Serokê Amrîkayê Donald Trumo li hejmara xwe ya Twitterê derbarê hilbijartinên Amerîkayê de peyamek belav kir û got ku dengdana bi rêya postayê dibe “bi qisûrtirîn û xapînertirîn” hilbijartin di dîrokê de.

Serokê Amerîkayê daxwaz jî dike ku hilbijartin bên paşxistin heta ku xelk bikarin “bi temamî, selametî û aramî” deng bidin.

Donald Trump ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê ve li dijî dengdana bi şêweyê online yan bi rêya postayê ye û dibêje, “nayê qebûlkirin.”

Trump her çiqas ti belgeyeke nîşan neda, lêbelêa amaje bi wê kir, dengdana bi rêya postaê hêsankariyê bo welatên biyanî çê dike ku zêdetir destwerdanê di hilbijartinê de bikin.

Destpêka vê mehê 6 wîlayetên Amerîkayê plan danî bûn bo dengdana bi rêya postayê bo hilbijartinên Mijdara îsal rabigirin ew jî; Kalîforniya, Utah, Hawai, Kolorado, Orîgon û Washington.

Beşek ji rexnegirên dengdana bi rêya postayê amaje bi wê dikin, xala lawaz a dengdanê ew e xelk dikarin zêdetir ji carekê deng bidin.

Trump jî di daxuyaniyên berî niha de derbarê wê cûre dengdanê de gotibû, “Dibe bi hezaran kes li odeya mêvanan a malekê rûnin û kartên dengdanê îmze bikin.”

Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê 3ê Mijdara îsal birêve diçin û her çiqas berbijêrên din hene ku hewl ji bo bidestxistina deng didin, lêbelê kêbirka sereke di navbera Donald Trump û Joe Biden de ye.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 575 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:09:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x