WELATÊ GELÊ KURD, KURDISTAN E!

Yê ku hebûna gelê kurd qebûl bike û welatê Kurdistanê nas neke, ev nijadperestî ye. Û korbûna dîrokî û siyasî y

23.12.2021, Per - 20:35

WELATÊ GELÊ KURD, KURDISTAN E!
Nuçe Belav bike

Hetta Serokê Cemiyeta Dîrokî ya Tirkiyeyê Metin Hülagü jî goti bû, “Dema Tirk hatin Anatolyayê, Kurd li wir diman”. Û bi gotina “Kurd hebe, dîrok jî heye” rastiyan anî bû ziman. Ger hûn kadro û partiyên siyasî jî rastiya Kurdistanê qebûl dikin.

Kiliçdaroglu dibêje, “Ez jî ji peyva Kurdistanê nerehet im.” Em jî ji daxuyaniya Kiliçdaroglu bêzar bûne û şermezar dikin.

Ma ne Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu bû ku digot, "Em ê pirsgirêka Kurd bînin parlamentoyê û çareser bikin"?

Eger pirsgirêka Kurd were nîqaşkirin û li parlementoyê çareserî bê dîtin, bêyî ku behsa Kurdistanê bikin hûn ê çawa nîqaş bikin? Û hûn ê çi çareser bikin? Anko bi gotina “Kurd hene, Kurdistan tune” nikanin pirsgirêka kurd çareser bikin.

Herwiha eger Kurdistan tunebe, çima hûn ji peyva Kurdistanê re aciz dibin? Ger hebe çima hûn rastiyê qebûl nakin?

Eger hûn dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, bêyî qebûlkirina Kurdistanê ev yek ne pêkan e.

23.12.2021

Partiya Komunîsta Kurdistan - KKP

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 813 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x