Yekgirtûya Îslamî ji hikûmeta Kurdistanê vekişiya

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê piştî civînên demdirêj bi hemû dengan biryar da ku ji kabîneya heştemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişe. Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî diyar dike, reformên ku ji hikûmetê daxwaz kiribûn, nehatine cîbicîkirin.

16.01.2018, Sal - 20:17

Yekgirtûya Îslamî ji hikûmeta Kurdistanê vekişiya
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn li Hewlêrê di konferansa rojnamevanî de vekişîna partiya xwe ya ji hikûmeta Kurdistanê ragihand.

Selahedîn Behaedîn aşkere kir, ku biryara vekişînê bi hemû dengên endamên serkirdetiya Yekgirtû hatiye dayîn û wezîrên ji Yekgirtûya Îslamî jî ji bo vekişînê, dengê "belê" dane.

Behaedîn herwiha diyar kir: “Piştî civîna li gel hikûmetê, ji bo me derket holê ku nikarin hin mijarên bingehîn ku me daxwaz kiribûn cîbicî bikin, lewma di civîna Serkirdetiya Yekgirtû de, bi hemû dengan, me biryara vekişîna ji hikûmetê da.”

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn aşkere kir, ku qonaxeke nû dest pê dike û got: “Pêngava me li dijî ti aliyekî nîne, ji bo razîkirin û çepika aliyê din jî nîne. Yekgirtû bi ciyawazî çêbûye û dê bi ciyawazî jî bimîne. Em bi tenê û bi ruhê baweriya xwe berdewam in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1158 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:46:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x