Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire ji lidarxistina Kongirê diyaloga nîştimanî û piştre damezrandina komîteya destûrî, heta bigehê avakirina hikûmetê û damezrandina saziyên desthilatdariyê û artêş û asayîşê heta vê dawiyê bi destnîşankirina komîteya helbijartina Perelman, ku heta îro ev rêveberiya nerewa û demkî mikur tê li ser heman siyasetên başguhxistina hebûna Gelê Kurd û doza wî ya neteweyî, zêdebarî dabeşkirina post û pileyên bilind di artêş û hikumetê de li ser hindek kesên tawanbar bi pêkanîna komkujiya li dijî Gelê Kurd li Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî ...
Piştî lidarxistina Konferansê Qamişlo di 26ê Nîsana borî de, hêviyên geş li cada kurdî peyda bûn, lê heta niha hîç karek cidî nebûye li ser cêbicêkirina xalên Konfrans, bi tenê ku bi awayekî hizbî komîteyeke hevbeş jibo danûstandinê hatiye pêkanîn, lê wisa diyar e ku heta niha rêveberiya Ehmed El-Şerih amade nîne bo pêwaziya şanda Kurdî ya hevbeş ya hatî pêkanîn li ser binemayê Konferansê Qamişlo, lê Hikumeta Elşerih hêjî mikure li ser redkirina Konferansê Qamişlo û razî nebûye li ser pêşwaziya şanda kurdî, û Konferansê Qamişlo bi berovajî rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Ehmed El-Şerih û Mezlûm Ebdî de dibînê, ku di wê rêkeftinnameyê de hîç danpêdanek bi mafên neteweyî yên gelê Kurd nîne.
Mixabin; li beramber vê paşguhxistina bi enqest ya rêveberiya demkî ya Sûriyê û siyaseta wê ya şofînizm ligel daxwaz û mafên Gelê Kurd, ku ji aliyê piraniya partiyên kurdî hîç karvedanek yan bersiv û bertekek cidî nayê dîtin, herwiha metirsiyek mezin heye ku destberdarî jî ji mafên neteweyî yên kurdî bibe, ku tenê razî bibin bi hindek mafên erzan, lê ya xirabtir wek dibînin ku di hindek kanalên ragihandin û media kurdî de rêklam û bangeşe bo Ehmed El-Şerih têne kirin?!.
Li gorî pêşhat û bûyerên van çend heyvên borî ji desthatdariya Ehmed El-Şerih wisa diyar dibê ku wî hîç niyazek baş li hemberî Gelê Kurd û çareserkirina pirsa kurdî nîne, nemaze ku bi carekî daxwaza federaliyê (nenavendiyê) red dike û bi awayekî vekirî berdewamiyê dide siyasetên şofînizm û kurdan bi parçekirina Sûriyê tohmetbar dike, lewra pêdivî heye ku li rex partiyên kurdî alternativek hebê û bi ciddî hewl bidin ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên Gelê Kurd li ser bingehê Konferansê Qamişlo.
Wisa diyar e ku hikumeta Elşerih dê berdewam be li ser paşguhxistina mafên neteweyî yên Gelê Kurd û guman heye ku dê pêşwaziya şanda kurdî ya hevbeş nekê, lê hevdem nabe ku siyasetmedarên kurd xwe qels û lawaz bikin li hember desteke Ehmed Elşerih ya berdewam li ser heman hizr û zihniyeta şofînizm û nijadperistî û serederiya yekalî digel rewşa Sûriyê, ku helbet ev yek dê bibe jêder bo zêdebûna qeyran û pirsgirêkan li Sûriyê, herwiha wekî tê dîtin ku pêdagiriya vê hikumetê li ser sîstemê desthilata navend tê bi wateya berdewamiya hikumraniya neteweya ereb li ser tevaya Sûriyê, dê ev yek bibe sedemê peydabûna trajediyên nû û dubarebûna stem û zordestiyê û dubarekirina komkujiyan li dijî Gelê Kurd, Kirstiyan, Durzî û Elewiyan, nemaze ku ji aliyê Amerîka û dewletên Erebî ve bi awayekî berçav ev rêveberiya nerewa û demkî tê qebûlkirin.
Lê wekî xuyaye ku Israel wekî dewleteke zilhêz li Rojhilata Navîn bi hîç awayekî careke dîtir rewşa siyasî ya navçeyê û heta nexşeya cugrafî jî ya li pêş 7ê Oktobera 2023an qebûl nakê, lewra pêdiviye wekî erk ku siyastmedarên kurd kar bikin bo dîtina kanalên diblomasî ligel Israelê û herwiha pêdiviya siyastmedar û rewşenbîrên kurd bi xwendinek û nêrînek siyasî nû heye û divê Tevgera Kurdî xwe bo guherinên mezin amade bikey, nemaze ku rewşa niha ya navçeyê bi awayekî bineretî li gorî berjewndiya Israel tê guhertin û dê rewşek nû peyda bibe û di demekî nêzîk de dê rewşeke geopolitikî ya nû bihête dîtin û heta radeyekî dibe ku sînorên navdewletî û nexşeya cugrafî ya navçeyê jî bihête guhertin, û di vê çarçoveyê de, dê bi hîç şêweyî Sûriyek navendî, tak netew tak ol û mezheb nayê qebûlkirin, û divê ev rewşa paşguhxistinê ji aliyê raya giştî ya kurdî ve bê bersiv nemîne û bi carekî bihête şermezarkirin.